DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ciwanên hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan

4 ciwanên ku vê sibê di encama serdagirtina konê ku Meclîsa Ciwanan a DBP'ê li Taxa Kanaryayê li hemberî tiryakê vedabû de hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. 🕔 13:56 02/09/2014

Parka ku bûbû cihê tiryakkêşan, niha bûye cihê malbatan

Çalakiya kon ya Meclîsa DBP'ê ya Farqînê, ya li hemberî tiryakê hatiye lidarxistin, di roja 4'emîn de didome. Jinên navçeyê jî piştgirî dan çalakiya ciwanan. 🕔 13:33 02/09/2014 📷 6

Li Makoyê Parka Şadî hat şewitandin

Li Parka Şadî ya bajarê Makoyê ji aliyê kes an kesên nenaskirî ve hat şewitandin. Di encama şewatê de 2 hektar ji zewiyên parkê şewitîn. 🕔 12:59 02/09/2014 📷 1

Li Serêkaniyê 10 çete hatin kuştin

Li gundê Kuaşlexê yê derdora bajarê Serêkaniyê di encama teqîna roketekê de 10 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. 🕔 12:56 02/09/2014

YPG'ê li Kobanê û Serêkaniyê derbe li çeteyan dan

Di şer û pevçûnan li Serêkaniyê 3 û li Kobanê jî de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. 🕔 12:42 02/09/2014

🔀Polîtîka

Demîrtaş: Ji bo êzdiyan şandina nanekî jî gelekî biqîmet e

Hevserokên KCD, DBP û HDP'ê diyar kirin ku divê her kes ji bo alîkariyê bidin kurdên êzdî têkevin nava liv û tevgerê. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk anî ziman ku xwedîderketina li Şengalê xwedî derketina li nasname û pêşroja xwe ye. Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş got ku ger ku Şengal warê bîrên petrolê bûya wê demê her kesî qiyametê rakira û wiha got: "Her kesê ku nanekî jî ji kurdên ezdî re bişînin gelekî biqîmet e."

🕔13:58 📷1 Tevahiya nûçeyê bixwîne
🔀Jin

Jin dê di 7'ê îlonê de ji bo aştiyê derkevin kolanan

Jinên endamên Hewildana Jinan a ji bo Aştiyê bi armanca li dijî tacîz, tecawiz û komkujiyên di şerên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê de pêk tên dengê xwe ji bo aştiyê bilind bikin di 7'ê îlonê de dê bi slogana "Hêrsa jinan sînoran derbas dikin" dê li gelek bajaran derbikevin kolanan.

🕔13:14 📷1 Tevahiya nûçeyê bixwîne
🔀Ciwan

Berxwedana ciwanan a li hemberî tiryakê ya topyekûn berdewam dike

Meclîsa Ciwanan a DBP'ê di 24'ê tebaxê de li Qada Batikentê bi slogana "Li hemberî tiryakê têkoşîna topyekûn" çalakiya kon da destpêkirin û çalakî berdewam dike. Ciwan bi çalakiya dan destpêkirin dixwazin pêşiya bikaranîna tiryakê bigirin û ciwanên tax ên piştgiriyê didin çalakiyê jî diyar kirin ku çalakiyeke dereng mayî bû.

🕔09:14 31/8 📷1 Tevahiya nûçeyê bixwîne
🔀Ekolojî

Ji ber HES'ê bi koçberiyê re rû bi rû ne

Ji ber HES û bendavên ku li bakurê Kurdistanê tên çêkirin hem dîroka kurdan hem jî erdnîgariya wan tê tunekirin. Ligel vê gelek welatî jî dibin mexdûrê vê. Ji ber 2 HES'ên ku li Dûtaxa Agiriyê tên çêkirin gelek malbat dê erd û zeviyên xwe winda bikin û gundê Batmîşê ya Dûtaxê jî di bin avê de bimîne. Malbatên gundê Batmîşê naxwazin ji erdê xwe derkevin û wekî salên 1990'î koçî rojava bikin.

🕔09:27 26/8 📷1 Tevahiya nûçeyê bixwîne
🔀Jîngeha Kedê

Ji bo zêde pere qezenc bikin welatiyên Sûriyeyê didin xebitandin

Karsazên ku rewşe walatiyên ji Sûriyeyê ji ber şer reviyane hatine Tirkiyeyê wekî fersend bidînin, wan wekî hêza erzan a kar bi kar tînin. Karkerê pêlavan Îsmet Latîf diyar kir ku di atolyeya pêlavan de karsaz muameleya nebaş li wan dikin û rewşa wen wekî fersend dîtine û pereyên nedane, heftane bi 300-350 TL'ê dixebitin.

🕔08:53 15/8 📷1 Tevahiya nûçeyê bixwîne
🔀Panorama