-
Kişanak: Zihniyeta Serokwezîr û Esat Oktay heman zîhniyet e
19:36 03.09.2010
Hevseroka BDP'ê Gulten Kişanak di mitînga partiya xwe ya li Wanê hatiye lidarixistin de diyar kir ku gotinên Serokwezîr Erdogan yên wekî, "Em dixwazin bi 12'ê Îlonêre hesabê bibînin. Gelê kurd jî di 12'ê Îlonê de gelek êş kişandin. Gelo çima piştgiriyê nadin me." derew in û wiha axivî: "Tu jiyana 12'ê Îlonê dirêj dikî. Ji ber wê em dibêjin boykot. Em zîndana Amedê, Mazlum Dogan, Kemal Pîr û çaran ji bîr nakin. Serokwezîr dibêje em dê zîndana Amedê bikin dibistan. Esat Oktay Yildiran jî digot 'Ev der dibistane. Em dê hemû kesî bikin tirk' Zîhniyeta Tayyîp Erdogan û ya Esat Oktay heman zîhniyet e" 49
-
Li Colemêrgê her du birayên rastî êrîşê hatin gilî kirin 18:29 03.09.2010 Li Navçeya Geverê ya Colemêrgê, Umut û Emrah Kazanci yên duh dema ku diçûn malê rastî êrîşa polîsan hatibûn, der barê polîsan de gîlî kirin. 5
-
Serokwezîr Erdogan li Amedê pesnê xwe dan 18:17 03.09.2010 Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan derket pêşberî 5 hezar kesan û dîsa pesnê xwe dan. Erdogan, xwe wekî parazvanê demokrasiyê dît û girtina siyasetmedarên kurd û zarokên kurd neanî bira xwe. 12
-
Atalay, gef li kesen boykotê dikin xwar
15:30 03.09.2010
Wezîrê Karên Hûndir Beşîr Atalay, BDP'ê ku refarandûmê boykot dike gefa "cezayê perayan" xwar.Atalay diyar kir ku eleqeya boykotê bi demokrasiyê re nîne. Atalay, banga saziyên sivîl ên Amedê û biryara KCK'ê ji nedîtinê hat. 1
- Endamên JÎTEM'ê piştî 16 sala derketin pêşberî dadger 15:23 03.09.2010 Yekem car 2 îtîrafkar tevli danişîna doza JÎTEM'ê ya li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê dîtin bûn. Îtîrafkar Adîl Tîmurtaş û Alî Ozansoy, gotin ku ji ber parêzerên wan tunene, îfade nadin. Wezareta Karê Hundir jî nav û agahiyên nasnameyên îtîrafkarên bi navê Alî Ozansoy, Huseyîn Tîlkî, Fethî Çetîn û Kemal Emluk yên nû ji dadgehê re ragihand.
-
Ev 17 sal in, kuşerên Mehmet Sîncar, nayên dîtin
14:42 03.09.2010
Di ser qetilkirina Parlamenterê DEP'ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ku di 4'ê îlona 1993'an de li Êlihê hate qetilkirin re 17 sal derbas bûn. Lê heta niha kuşerên wî nehatine dîtin. Sîncar di girtînameyên dadgehên de jî wekî "Endamê rêxistinê yê di operasyone de hatiye girtin" hate bi navkirin. Sîncar, sibê dê li Qoserê bê bibîranîn. 1
-
Serokwezîrê ku azadiyan diparêze destûr neda DÎHA'yê
13:58 03.09.2010
Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan ku her tim behsa azadî û demokrasiyê dike, ji bo mîtînga Amede destûr neda DÎHA'yê. Midûrê Çapemeniya Walîtiya Amedê, diyar kir ku şewirmendiyê çapemieniya Serokwezîr destûr nedaye. 1
- Ji girtîgehê name: Li vir pêkutiyên 12'ê Îlonê hene 12:31 03.09.2010 Girtiyên di Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê dimînin yên bi navê Mustafa Îlgen, Zubeyîr Kîl, Metîn Ozkan, Mehmet Akar, Feyaz Guvercîn û Ramazan Ozmen, diyar kirin ku li girtîgehê pêkutiyên 12'ê Îlonê dijîn.
-
Li Amedê tedbirên awarte 12:17 03.09.2010 Li Amedê beriya hatina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, gelek tedbîrên awarte hatin girtin. Polîsan di çarçoveya tedbirên ku di şibin demên 1990'an de biryara lêgerînê ya 11 rojan ji dadgehê girt. Di vê navberê de hin bernameyên Serokwezîr, hatin betalkirin. Bilbordên li qada mitîngê ku li ser afîşên 'Boykotê' hebûn jî bi pateyê spî hatin veşartin. 3
-
Xebatkarên kurd ji bo debara xwe demsalek 'beyî av û ceyran' derbas dikin
11:29 03.09.2010
Zor û zehmetiyên xebatkarên demsalî yên kurd dijîn naqedin. Xebatkarên kurd ên demsalî ku ji bo pîvazan berhev bikin hatin Navçeya Polatliyê ya Enqereyê, neçar dimînin di nava şert û mercên giran de debara xwe bikin. Welatiyên kurd ku êdî naxwazin di nava zor û hametiyan de bijîn, dixwazin derfetên kar li warên wan jî bên avakirin. 9
CÎHAN
Li Pakîstanê piştî lêhiyê nexweşiyên têper rû da
2
Li Pakistanê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt hezar 100'ê
Cenazeyên 5 rêwiyên balafira li Pakîstanê ketiye hatin dîtin
Li Pakîstanê balafir ket: Herî kêm 150 rêwî têdebûn
1
Ji bo sekinandina operasyonên dewleta tirk hikûmeta Iraqê heyetekê dişîne Tirkiyeyê
1
