DİHA - Dicle News Agency

Nûçe

RAJIN: Pênûsa Hevala Denîz serê şoreşgerên jin bilind kir

 
9 August
11:18 2014

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Yekitiya Ragîhandina Jinên Kurdistanê (RAJIN) ji bo malbata, heval û hevpîşeyên Rojnameger Denîz Firat ku di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, sersaxî xwest û wiha got: “Pênûna hevala me Denîz dê bi sedan rojnamegerên jin ên şoreşger bilind bibe."

Li gorî daxuyaniya di ANF'ê de hate weşandin, Koordînasyona RAJIN peyamek weşand û da zanîn ku Denîz Firat di jiyana xwe ya rojanemgeriya şoreşger a jinê di her şert û mercî de heta dawiya jiyana xwe di eniya pêş de, kameraya wê li ser milê wê, bi pênûsa xwe trajediya ku gelê xwe wê jiyan, ragîhan ji hemû cîhanê re.

Di peyamên de hat dstnîşan kirin ku Denîz Firat seknek mînak ya ji kevneşopiya çapemeniya azad a Gurbetelliyan girtibû nîşan da û nûnereke mezin ya kevneşopiya çapemeniya azad bû.

Peyama koordînasyonê wiha ye:

Ev 10 sal zêde hevala me Denîz Firat nûneriya kevneşopiya çapemeniy azad dikir û di şeva 8’ê Tebaxê de di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da.

Bi helwesta xwe ya berxwedêr li dijî hovîtiya dijmirovahî ya êrîşên DAIŞ’ê ku li li dijî gel û jinan dimeşîne, rawestiyaye û kampa mexmurê terk nekiriye. Di her dema jiyana xwe de seknek mînak nîşan daye û ligel hemû zor û zehmetiyan li pey rastiyê meşiya û rastî ji cîhanê re ragîhandiye. Hevala me Denîz heta bîhna xwe ya dawî li eniya pêş ya şer di destê wêde kameraya wê, bi pênûsa xwe trajediya ku gel dijî ji hemû cîhanê re ragîhand. Bi berpirsyariya x ewya mezin seknek mînak nîşan daye. ji temenê xwe yê biçûk heta niha di têkoşîna azadiyê de li gelek qadan, ev 10 sal bû xebatên çapemeniya azad dimeşand. Denîz bi hestiyareke rojnamegeriya şoreşger ya jinê êşa gel ji cîhanê re ragîhand. Bi vê sekna xwe hevala Denîz bûne nûnera mînak ya kevneşopiya çapemeniya azad. Li eniya pêş ya şer cih girtiye û fedekariyek mezin nîşan daye. nûçe û dîmên hovîtiya DAIŞ’ê ya li Mexmurê yekem car wê ragîhand cîhanê. Hevala me Denîz, di encama îsabet parçeyê şarapnelê ku li dilê wê ket şehîd ket.

Em soza xwe ya ji bo heval Denîz a bilindkirina têkoşîna wê dubare dikin û ji malbat, heval û hevpîşeyên re sersaxiyê dixwazin. Pênûsa hevala Denîz dê bi destê sedan jinên şoreşger yên rojnameger bilind bibe.”

(bd)



Share
View More Articles

MOST READED