-
Kurkçu: Tayyip Erdogan dixwaze împaratoriya xwe ava bike
17:10 04.02.2012
Parlementerê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, diyar kir ku îxtîdar ji bo serdestiyê seri li hemû rêbazan didin û dixwaze împaratoriya xwe ava bike. Kurkçu, anî ziman ku li hemberî vê yekê hilbijartin ya gel e û xwest gel li dijî vê yekê tev li têkoşînê bibin. Li Îzmîr, Edene û Stenbolê Meclîsên Kongreya Demokratîk a Gelan hevbeş çalaki pêk anîn û xwestin hesap ji kujerên kesên di navenda JÎTEM'ê de hatine dîtin bê pirsîn. 19
-
'Doh 33 gulle îro bombeyên F-16'
16:38 04.02.2012
Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan a Kadikoyê ji bo komkujiya Roboskiyê şermezar bikin meşa bi darbest lidar xist. Di çalakiyê de hat gotin; doh me li hemberî 33 gulleyan serî netewand, îro û sibê jî em ê li hemberî bombeyên F-16'an bêdeng nemînin. 7
-
'Ji ber îşkenceyê xwe ji zinar avêt' 16:12 04.02.2012 Dayîkên Şemiyê di hefteya 358'an de çalakiya xwe pêk ani. Di çalakiyê de çîroka Omer Çetînê ku li navçeya Basa ya Şirnexê ku ji ber gefa leşkeran xwe ji zinar avêt û çîroka 5 gundiyên bi bombeyan hatin qetilkirin hate xwendin. 10
-
Li Êlihê zêdeyî 40 kesan hatin binçavkirin 16:04 04.02.2012 Li Êlihê di operasyona bi navê "KCK'ê" de zêdehî 40 kesan hatin binçavkirin. Di nav kesên hatin binçavkirin de Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Wekîlê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Êlihê Selîm Aratemur û Nûçegihana DÎHA'yê Gulsen Aslan jî hene. Waliyê Êlihê jî daxuyanî da û kesên hatin binçavkirin wekî sûcdar îlan kir. 5
-
'Ger hikûmet samîmî be bila Komîsyona Lêgerîna Edalet û Heqîqetê ava bike' 15:25 04.02.2012 Xizmên windayan û Şaxên Komeleyên Mafên Mirovan ên Amed û Êlihe ji bo winda bên dîtin û hesap ji kujeran bê pirsîn li Amedê Êlihê çalakiyên xwe yên hefteyî berdewam kir. Di çalakiyan de pankarta "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" vekirin. Di çalakiya li Amedê de Sekretrê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Raci Bîlîcî, polîtîkayên AKP'ê rexne kir û anî ziman ku hikûmeta AKP'ê her tim dibêje em dê bi paşerojê re bê rûqalî hev lê tiştekî nake û wiha got: "Ger ku hikûmet rast û ji dil be bila Komîsyona Lêgerîna Edalet û Heqîqetê ava bike." 14
-
Ji bo îşkenceya li girtîgeha Amedê biryara 'neşopandinê' 14:55 04.02.2012 Serdozgeriya Komarê ya bi rayeya taybet a Enqerê di lêpirsîna ku ji bo 15 kesên di encama îşkenceya di darbeya 12'yê îlonê de jiyana xwe jidest dan de biryara 'neşopandinê' da û ewraqên lêpirsînê ji serdozgeriya komarê ya Amedê re rêkir. 1
-
Zana Farqînî Ziman ne karê siyasetmedaran e karê zimanzanan e
14:36 04.02.2012
Zimanzanê kurd û Serokê Enstîtuya Kurd a Stenbolê Zana Farqînî, bertek nîşanî daxuyaniyê Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç a "Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye" da. Farqînî, ani ziman ku zimanekî ku bibe zimanê perwerdehiyê an na ne karê siyasetmedaran, karê zimanzanan e. 2
-
Li Êlihê zêdeyî 40 kesan hatin binçavkirin
13:57 04.02.2012
Li Êlihê di operasyona bi navê "KCK'ê" de zêdehî 40 kesan hatin binçavkirin. Di nav kesên hatin binçavkirin de Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Wekîlê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Êlihê Selîm Aratemur û Nûçegihana DÎHA'yê Gulsen Aslan jî hene. Waliyê Êlihê jî daxuyanî da û kesên hatin binçavkirin wekî sûcdar îlan kir. 11
-
6 mehin agahî ji hestiyên li Dêrsîmê hatin derxistin nayên girtin
13:35 04.02.2012
Li navçeya Çemîşgezekê ya Dêrsîmê di kolandina goreke komî de hestiyên 14 kesên tê îdîakirin yê endamên PKK'ê ne hatin derxistin. Bi dehan malbatan bi ramana 'Dibe ku zarokên wan bin' bi rêya ÎHD'ê serî li dozgeriyê dan. Cenazeyên ji bo tesbîta nasnameyan ji Saziya Tipa Adlî re hatin şandin 6 mehin tu agahî jê nayên girtin. Parêzara malbatan û Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Dêrsîmê Prz. Reyhan Helîn Kuloglu têkildarî bûyerê axivî û wiha got: "Ev yek tenê bi dozgeran nayên çareserkirin. Divê li Meclîsê ji bo vê yekê komîsyonek bê avakirin. Ev yek jî divê Komîsyona Lêkolîna Haqîqatan be." 4
-
Çima gora Şêx Seît hêj vedişêrin? 12:48 04.02.2012 Li Baregeha JÎTEM'ê piştî hestiyê 26 mirovan hatin dîtin, malbatên ku zarokên wan û xizmên wan ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin revandin û windakirin ketin nava hewldanan. Li aliyekî malbatên ku xizmên wan ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin revandin serî li ÎHD'ê û dozgeriyê didin, li aliyê din jî neviyê Sêx Seît Felat Ozsoy ji bo kalikê xwe Sêx Seit ku di sala 1925'an de li gel 47 hevalên xwe hatin dervekirin û cenazeyên wan hatin windakirin, serî li Dozgeriya Komarê ya Amedê dan. Ozsoy, xwest ji bo dîtina kalikê wî testa DNA'yê bê kirin. Ozsoy, anî ziman ku di sedsala dawî de kurd ji her alî de tên mexdûrkirin û azadiya wan ji destê wan tê girtin û li aliyê din gorê wan jî ji bo wan zêde tê dîtin. 8
NÛÇE
Heyeta KCD û BDP: Bila konferans di Newrozê bê lidarxistin
13
'We goştê zarokên me xwarin, lê em dê hesabê hestiyan bipirsin'
9
Kurkçu: Tayyip Erdogan dixwaze împaratoriya xwe ava bike
19
'Doh 33 gulle îro bombeyên F-16'
7
'Ji ber îşkenceyê xwe ji zinar avêt'
10
POLÎTÎKA
PYD: Polîtîkayên Herêma Federal a Kurdistan xizmeta kurdan nake
1
Altan Tan kuştina Serokê Weqfa Zehrayê ji serokwezîr pirsî
Nîmet Abdullah: Em heta dawî piştgiriyê didin konferansa neteweya kurd
4
Bîrtane: Em dixwazin demsala buharê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan pêk bînin
3
Kaplan: Meclîs ne çiftlika bavê we ye
