DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Erdogan bi gotinên xwe rûyê xwe ya rasteqîn nîşan dide

 
26 Kasım
09:34 2014

HULYA OKALÎN

ÊLIH (DÎHA) Endama Meclîsa DBP'ê Hurriyet Kaytar li ser gotina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku gotibû "Nabe jin û mêr bibin wekhev" axivî û diyar kir ku Erdogan bi vê gotinê rûyê xwe ya rasteqîn a li hemberî jinê daye nîşandan.

Ji roja destpêka deshilatdariya hikûmeta AKP'ê û heta niha qetilkirin û tundiya li ser jinê gihişt asta herî bilind. Li gorî lêkolîn û îstatîstîkên ku hatinê kirin de, di navbera 2002 û 2009' an de ku AKP'ê rêveberiya Tirkiyeyê dikir de hêjmara qetilkirin û tundiya li ser jinan ji sedî 1400 zêde bûye. Li Tirkiye û Kurdistanê berî hikûmeta AKP'ê hejmara qetilkirina jinê ji sedî 66 bû, di salên 2002 û 2009'an ev hejmar gihişt 953'an. Her salên ku derbas dibin de ev hejmar zêde dibin û tu sînoran nasnakin. Her wiha di navbera 7 salan de 12 hezar û 678 jin ji ber tundiya mêr hatine qetilkirin.

Tenê di destpêka 2014'an zêdetirî 240 jin bi zihniyeta desthilatdariya mêr hatine qetilkirin û rastî tundiya zilam hatine. Her çiqas jin li hemberî vê tundiyê û komkujiyê her roj li qadan e û ji bo jinaneke hevpar û azad diqîrin jî heya niha hikûmeta AKP'ê li hemberî cinayetên jinê tu helwest nîşan nedaye, qetil kirin û tundiya li ser jinê ji rêzê dibine.. Sosreta herî mezin jî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di 1'emin Zirveya Edeleta Jinan a Nevneteweyî de di axaftina xwe de got ku "Nabe hûn jin û mêran bikin wekhev û ne rastiya fitratê ye" bû. Erdogan tundiya li ser jinê ne dît û ne rawestiya. Lê tundiya mêr a li ser jinê wek heq û mafdar dît.

'Divê Erdogan bi gorî rol û misyona xwe tevbigere'

Xebatkara Perwerdehiyê û endama Meclîsa DBP'ê ya Êlihê Hurriyet Kaytar jî li ser gotinê Erdogan bertekên xwe nişan da û diyar kir ku Erdogan bi wan gotina rastiya zihniyeta mêretiyê û birdoziya partiya xwe ya li ser jinê nîşan daye. Kaytar anî ziman ku Erdogan bi wan gotinan ne wek serokomar bi ziîhniyeta xwe ya rast derxistiyê holê û wiha axivî: "Bi rastî dema ku min lê guhdar kir, ez qet matmayî nemam. Ji ber ku rastiya wan ev e û bi rastiya xwe derketin pêşberî 70 hezar kesan. Helbet gotinê wê yê bi vê nêzikatiyê nayê pejirandin. Ji ber ku îro Erdogan ne tenê di çarçoveya partiya AKP'ê de axatineke wiha dike. Ew rêvebereke û welatekî bi rê ve dibe, divê bi gorî rol û mîsyona xwe bi vê hesasiyetê tevbigere û bala van hesasiyet bihata kirin."

Desthilatdar mêr e û mêr diparêze

Kaytar desnîşan kir ku Erdogan û birdoziya partiya wan tu carî bi çavê hevbeş li jinê nenêriyê û wiha pêde çû: "Di çavên Erdogan û birdoziya partiya wan de ya herî taybet di çavên aligirên wan de her tim jin wek qerwaş hatiye dîtin û wiha jî lê dinêrin. Dema ku em bi vê şeklê lê dinêrin ku deshilatdariya hikûmeta AKP'ê yê di navbera 11 û 12 de hejmara jinên ku li Tirkiyeyê hatine qetilkirin gihîştiye asta herî bilind. Her wiha di qada edaleta û hiqûqê de jî heman tişt tên kirin. Jina ku ji aliyê hevserê xwe ve rastî tundiyê tê mafê tuneye li tu derê bipirse û biparêze. Ji ber ku desthilatdar her tim mêr parastiyê û li pişta wan sekiniye."

Kaytar di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku hikumeta AKP'ê tu carî ji bo pirgireka jinê çareser bike qet neketiye nava hewldanekî û qet naxwaze çareser bibe jî.

(ho/wk)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR