DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jin

KJA çû serdana malbata Ekîn Wan

 
17 Ağustos
13:15 2015

WAN (DÎHA) - Heyeta KJA'yê çû serdana malbata gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk a li Gimgimê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û wêneyên wê yê îşkence pê hatiye kirin. Piştî serdanê heyeta KJA û malbata Elturk ji bo gilî bikin ber bi mûşê ve derketin rê.

Heyeta Kongereya Jinên Azad (KJA) li Wanê çû serdana malbata mgerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a li Gimgimê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û wêneyên wê yê îşkence pê hatiye kirin. Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, Aktîvîsta KJA'yê Elîf Kaya, parlamenterên HDP'ê Tuguba Hezer û Selamî Ozyaşar, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban, hevşaredarên navçeyan û rêveberên HDP û DBP'ê çûn serdana malbatê. Ayla Akat Ata li vir axivî û diyar kir ku gelê kurd bi sedan salan ne bi vî zilmê re rû bi rû ye lê serê xwe netawandiye.

Akat Ata da zanîn ku ew êrîşa nemirovê ya li dijî bedena Ekîn Wan hatiye kirin qebûl nakin û ew ê serî li riyên hiqûqî bidin û wiha axivî: "Encama herî mezin a vî şerî ku derketiye holê şoreşa jinê ye. Di îsyana Agiriyê de yên ku nivîsa 'Kurdistana xeyalî li vir meftun e' nivisandine ligel vê yekê jî îro gelê kurd li her derê li ser piyan e û li Rojava xeyala xwe pêk tînin. Ev yek li Rojava li ber çavên hemû cihanê pêk tê."

Akat Ata ev tişt anî ziman: "Heke me têkoşîn nemeşanda îro em ê zilmeke zêdetir ve rû bi bimana. Walîtiya Mûşê piştî rojan li ser nerazîbûnên gel mecbûr ma ku daxuyaniyê bide. Heke ne ji têkoşînê ba dê ev daxuyanî nedana. Ev êrîş di şexsê Ekîn Wan de li dijî gelû kurd hatiye kirin."

Dayika Elturk, Delal Elturk jî got ku tişta ku hatiye kirin zilm e û ev îşkence êrîşa li dijî mirovahiyê ye.

Heyeta KJA'yê û dayika Elturk, Delal Erturk pişti serdanê ji bo serlêdana suc ber bi Mûşê derketin rê.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR