DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Meclîsa Gel a Bab: Tirkiye avaniya demografik a heremê diguherîne

 
29 Ağustos
09:00 2015

NAZIM DAŞTAN

HALEP (DÎHA)
-Ji endamên Lijneya Rêveber a Meclîsa Gel a Bab a ku li bakurê Halepê û ji Ezaz, Cerablus û Minbic pêk tê Xefran wiha got: "Tirkiye bi riya tirkmenan hêzê cuda tîne heremê. Li vê heremê 10-15 gundên tirkmenan tuneneye. Hêzên bi çek kirin dixwaze li hemberî kurdan bikarbîne. Dixwazin avaniya demografîk a heremê biguherîne." Xefran diyar kir ku taburên MÎT'ê şandin heremê êrîşê li gundên kurdan dikin.

Piştî şerê navxweyî yê Suriyeyê dest pê kir li herema Bab a bajarê Halepê di sala 2012'an de bi tevlîbûna kurd, erep û tirkmenan Meclîsa Gel a Bab hat avakirin û piştî herem rastî dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê hat meclîsê nekarê bixebite û gelek endamên meclîsê herêm terk kirin. Meclîsa ji 27 kesan pê dihat karên rêveberiyê, koordînasyona kar, aborî, civakî û xizmetên giştî dimeşandin. Meclîs ji gelên ji Ezaz, Çobanbey, Cerablus û Minbicê pêk dihat. Ji endamên Lijneya Rêveber a Meclîsa Gel a Bab Recep Xefran geşedanên li heremê pêk tên ji DÎHA'yê re nirxandin.

Herema Bab nivek ji kurdan pêk tê

Xefran diyar kir ku herêm ji erdnîgariyekî berfireh pêk tê û herêm ji Ezazê heya Minbicê dirêj dibe û nifûsa wê zêdehî mîlyonek e. Xefran da zanîn ku ji vê nifûsê zedehî 500 hezar kurd in û ji 400 gundên li heremê 212 gund ên kurdan in. Xefran da anî ziman ku li heremê gelên kurd, tirkmen û ereb pêk tê û cudakariya rejîma baasê avêtî nava gel niha çete pêk tînin.

'MÎT bi avaniya demografîk dilîze'

Xefran bilêv kir ku hewil didin kurdan ji herêma Bab derbixin û wiha got: "Li vir ereb û tirkman hiştin. Niha jî Tirkiye bi riya tirkmenan hêzên cuda tîne heremê. Li vê heremê herî zêde 10-15 gundên tirkmenan hene an na. MÎT li ser navê hêzên heremê qaşo mudaxeleya mirovahiyê dike. Hêzên hatin çekdarkirin li hemberî kurdan dixwazin bikarbînin. Planekî Tirkiyeyê ya mezin li hemberî heremê heye. Dixwazin avaniya demografîk biguherîne. Vê qadê di qada navneteweyî de weke herêmê tirkmenan didin nasîn."

'Her kesê tirkî diaxive tirkmen nîn e'

Xefran destnîşan kir ku berê ji ber ewlehiya sînor tunebû derbasbûn gelek bûn û bi taybet li gundên sînor tirkî baş diaxivin. Xefran derbirî kir ku ji ber ewlehiya sînor tunebû hemû Rojavayî bi rihetî diçûn Tirkiyeyê û baş tirkî dizanin û ji ber vê yekê kurd û ereb jî tirkî baş diaxivin. Xefran anî ziman ku her kesê tirkî diaxive tirkmen nîn e.

'Tugayên tirkan êrîş li kurdan dike'

Xefran diyar kir ku tugayên Sultan Murat û Fatih Sultan Mehmet ên MÎT'ê şandin herêmê êrîşê gundên kurdan dike û van tugayan hin kurd girtine. Xefran da zanîn ku rewşa heyî parastina cewherî derxist holê û wiha axivî: "Divê hêzên paratina cewherî yên kurd derkevin holê û xwe biparêzin. Hemû gelên li wir dijîn dikarin weke xeta sêyemîn tevbigerin û şer bikin û xwe rêve bibin."

DAIŞ li heremê amadekariya qirkirinê dike!

Xefran bilêv kir ku DAIŞ di meha adarê ya sala 2014'an de ket heremê û bi taybet êrîşî li cihên kurd lê dijîn kir û ji wê dîrokê şunda kurdan ji herêmê dest bi koçberiyê kirin. Xefran destnîşan kir ku êrîş li gundên kurdan kir û di nava kurdan de tirs pêk anî û herî dawî li gundê Şedud 56 kes hatin revandin. Xefran da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê li herêmên Bendava Şehba, Um Hoş, Qibêsîn, Kefer Zixîr, Ehrezê, Qehel Kelbîn, Nuhman, Sosînbat, Neyrebiyê, Şehwê, Til Cereh, Til Betal, Til Eran û Til Hasil amadekariyên qirkirinekê dikin. Xefran anî ziman ku dixwazin kurdan ji vê heremê paqij bikin û Kantona Efrînê ji hezar û sed malbatên Bab ên ji zilma çeteyên DAIŞ'ê re reviyan derî vekirin û wan xwedî dikin.

(bd)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR