DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Polîsan li Cizîrê zarokek din qetil kirin

 
7 Eylül
00:31 2015

ŞIRNEX (DÎHA) - Li navçeya Cizîrê polîs ketober kolan û taxan gulebaran dikin. Li taxa Cûdî ya Cizîrê polîsan ji maşîneya zirxî kolan û mal gulebaran kirin û di êrîşê de zaroka 13 salî Cemile Çagirga qetil kirin. Hat zanîn ku di êrişa polisan de gelek welatî birîndar bûne.


Li navçeya Cizîrê polîs û tîmên taybet bi başîneyên zirxî 2 rojan bê navber li ser welatiyan guleyan dibarîne. Di êrîşa polîsan de gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Herî dawî dîsa polîsan bi maşîneya zirxî li Kolana Cûdî gule reşandin ser welatiyan. Di êrîş û gulebarana polîsan de zaroka 13 salî Cemile Çagirga jiyana xwe ji dest da. Ji ber polîsan tax dorpêç kiriye cenazeyê Çagirga jî wekî yê welatiyên din di malê de tê rawestandin.

Polîs destûr nadin ku welatiyên birîndar rakin nexweşxaneyê

Hat zanîn di êrîşê de gelek welatî birîndar bûne û kesên birîndar nikarin biçin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku Melayê Mizgefta Xusriya bi guleya polîsan birîndar bû. Li taxa Nûrê jî gelek welatî bi guleyên polîsan birîndar bûn. Hat zanin ku di nava kesên birîndar de Birayê Serokê Odeya Bazîrganî û Pîşesaziyê Suleyman Çagli Salih Çagli jî heye. Kesên birîndar dema diçin nexweşxaneyê rastî astengiyên polisan tên. Polîs destûr nadin ku birîndaran rakin nexweşxaneyan.

Li taxa Nûrê jî şer didome. Polîsên ku dixwazin têkevin taxa Nûrê rastî bersîva ciwanan tên. Dîsa li taxa Cudî jî polîs dixwazin têkevin taxê lê rastî bersiva ciwanan tên.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR