DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Farqînê welatiyekê din hat qetilkirin

 
3 Ekim
11:21 2015

AMED (DÎHA) - Li navçeya Farqînê "qedexeya derketina derve" di roja 2'yemîn de didome û nahêlin heyet têkeve hundirê navçeyê. Welatiyê ji hêla polîsan ve hat birîndarkirin ji ber nehiştin bibin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di seatên serê sibê de polîsan bi wesayîtên zrixî careke din êrîşî taxan dikin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê tîmên taybet û polîs ev 2 roj in bi wesayîtên zirxî li ser fermana "qedexeya derketina derve" hewl didin komkujiyê pêk bînin. Heyeta ku di nava wan de parlamenterên HDP'ê, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek û rêvberên HDP û DBP'ê hene hewl didin têkevin navçeyê û di têketina navçeyê de tên astnegkirin. Sekan heyetê ya li têketina navçeyê didome.

Tîmên taybet ên ku bi wesayîtên zirxî çûn û hatina navçeyê girtine nahêlin rojnameger jî têkevin navçeyê. Her wiha gelek welatiyên ji Amedê çûn Farqînê li ser rê tên rawestandin. Hat ragihandin ku welatiyên xwestin ji ser rêyên gundan têkevin navçeyê ji hêla leşkeran ve hatin gulebarankirin.

Nahêlin cenaze bên definkirin

Polîs nahêlin cenazeyê Vedat Akcanim ê 16 salî ji hêla polîsan ve hat qetilkirin defin bikin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan bi qeymeqamê navçeyê re hevdîtin pêk anî got ku qeymeqam ji wan re gotiye ku "Piştî ku hêzên me ji navçeyê paşve bikşînin wê demê em dikarin we têxin navçeyê". Heyet û welatiyên li têketina navçeyê tên rawestandin sekna wan didome.

Ji hoparloran anons tên kirin

Her wiha ji seatên serê sibe ve ji hoparlorên navçeyê anonsên 1qedexeya derketina derve" tê kirin.

Li hemberî êrîşan berxwdana gel diome û bi seatên êevarê re tîmên taybet hewl dan bi wesayîtên zirxî jis er rêya Bedlîsê têkevin taxa MEscîtê. Li hemberî vê êrîşê gel li ber xwe da ji taxê dengê çekan bilind bû. Ji ber êrîşan 2 roj in ezan nayê xwendin û tîmên taybet li pişt mizgetê hatine bicihkirin.

Wesayîtên zirxî yên li Girê Gaza Topê bi cih bûne taxên Tekel, Mescît û Koankê topbaran dikin.

Li Farqînê welatiyeke din hat qetilkirin

Duh li ser rêya Dîcle ya taxa Konakê welatiyek dema çû birÎndaran rake hat gulebaran kirin. Welatî bi guleya polîsan birîndar bû û ji ber nehiştin rakin nexweşxaneyê di derengiya şevê de jiyana xwe ji dest da.

Her wihya li navçe û gudnên derdorê elektrîk qut kirine.

(wk)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR