DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Sonmez ê 61 salî bi hov hat qetilkirin

 
3 Ekim
13:06 2015

MÊRDÎN (DÎHA) – Li Nisêbînê welatiyê bi navê Ahmet Sonmez ê ku ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin cenazeyê wî piştî bi saetan şûn ve ji aliyê welatiyan ve rakirin nexweşxaneyê. Apê Sonmez, Halîl Sonmez diyar kir ku biraziyê wî bi hovît hatiye înfazkirin û wan ji ber êrîşa polîsan nekaribû cenazeyê wî rakin. Ciranê Sonmez, Abdullah Bel jî anî ziman ku navê qetilkirinê komkujiyê û got ku ev wahşet li tu deverê nehatiye dîtin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku “qedexeya derketina derve” didome duh bi şev polîs û tîmên taybet bi çekên giran ve topan êrîşî taxa Firat (Koçeran) kirin. Di êrîşan de welatiyê bi navê Ahmet Sonmez ê 61 salî jiyana xwe ji dest da, ji ber êrîş û dorpêça polîsan cenaze bi saetan li ber derê malê hate hiştin û ambulans jî nikaribû bê cihê bûyerê. Mala Sonmez jî bû hedefa polîsan û bi sedan gule berî deriyê wî û mala wî da. Ji ber ku cenaze bi saetan li wir mabû xwîn jî herikibû û derdor hemû bibû xwîn.

Piştî saetan şûn ve bi hewldanên xizmên wî û welatiyên taxê cenaze di nav betaniyê de birin li ambulansa li ser rêya Îpekê hatibû sekinandin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

‘Navê vê wahşet û komkujî ye’

Mamê Sonmez, Halîl Sonmez diyar kir ku biraziyê wî bi wahşetekî hatiye înfazkirin û got ku ji ber êrîşa polîsan wan nikaribûye canezeyê xwe ji erdê rakin. Sonmez destnîşan kir ku biraziyê wî di nav derê mala xwe de hatiye gulebarankirin.

Cîranê Sonmez, Abdulllah Bel jî anî ziman ku wahşetek wisa li tu derî nayê kirin û got ku lê ew ji ber êrîşa polîsan nikarin cenazeyê xwe jî bibin nexweşxaneyê. Bel da zanîn ku navê vê komkujiye û got ku her çiqas ew dibêjin aşîtî û dijminê wan jî dibêje êrîş û destnîşan kir ku li hemberê vê dê berxwedana wan berdewam bike.

Êrîş didome

Li aliyê din êrîşên bi çekên giran ên tîmên taybet û sekvanan li ser taxa Firatê didome. Bê navber gule bi ser taxê de direşînin û êrîşî liv û tevgerên li taxê dikin. Li hember êrîşa polîsan berxwedana gel jî didome.

(bg/ea/bd)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR