DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Rêzefilma Malîno dikeve weşanê

 
5 Ekim
08:59 2015

OZGUR PAKSOY

AMED (DÎHA)
- Rêzefîlmek nû ya bi Kurdî ku li ser têkilî û nakokiyên civak û xweza, gund û bajar radiweste li Ozgur Gun TV dest bi weşanê dike. Rêzefîlma bi navê "Malîno" ku di forma sîtkom de hatiye kişandin dê balê bikşîne ser polîtîkayên qirkirina çandî ya li Kurdistanê.

Rêzefîlma Malîno ya bi nêrina "Xweza û war mirov jî civakê jî diguherîne" hatiye kişandin, di demek nêz de li ser ekranên Ozgur Gun Tv'yê tê pêşberî temaşevanan. Di rêzefîlma Malîno de lîstikvan û şanogerên Komaleya Sînemaya Rojhilata Navîn, Konservatuara Aram Tîgran, Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Navenda Çanda Mîtanî ya Nisêbinê cih digirin. Armanca rêzefîlma Malîno, ew e ku bi reya bûyerên komîk ên du malbatan, destnîşandana guherîna civakî û çandî û nakokiya kevneşopî û modernîteyê ye. Çîroka rêzefîlmê li ser veguherînê ye.

Rêzefîlm dê bi reya Ozgur Gun TV bigihe temaşevanan

Derhênerê rêzefîlmê Îbrahîm Yildirim derbarê rêzefîlmê de da zanîn ku rêzefilm li ser niqaşên polîtîk û bûyerên rojane pêş dikeve. Derhêner Yildirim li ser weşana rêzefilme jî anî ziman ku ev dikarin bi reya çapemeniya azad bigihin temaşevanan û wiha berdewam kir: "Ev fîlm ji bo Ozgur Gun TV'yê hatiye amadekirin. Rast e zimanê mizahê bi kar tînin, lê li vir têgihiştinek cûda heye. Minak di beşekê rêzefilmê de em mijara bendavê digirîn dest. Wekî tiştekê fîzîkî li ser civakê encamên cûda cûda derxistiye. Mînak, bi hezaran gundî bi zorê koçber bûne. Ji xwe çêkirina bendavan jî perçeyekê şer e. Kesên ji gundan bi zorî koçî bajaran dibin krîzekê çawa derbas dikin. Ev bi giştî dibin mijarên rêzefilmê."

Di rêzefîlme de yek ji karakterên sereke jî "Ezîz" e ku şanogerê Navenda Çanda Mîtanî Abdullah Tarhan vê rolê dilîze. Tarhan da zanîn ku karaktera wî ya di rêzefilmê de pir zor e û wiha dest pê axaftina xwe kir: "Karakterê ku min di mêjî û rihê xwe de cî nedaye. Karakterê Ezîz wek burjîvayeke biçûk e û modernîteya kapîtalîst temsîl dike. Di bajar de xweza, ekolojî û çanda ku ne li gorî kapîtalîzmê ne, Ezîz li hember van derdikeve. Ezîz her tim dixwaze hişmendiya modernîteya kapîtalîst bîne ziman. Ji ber vê yekê karakterek zor e."

'Di rêzefilma de her lîstokvanekê profîlekê temsîl dike'

Tarhan di mijarên rêzefîlme de qala bendavên ewlehiyê yên di konsepta şer de hatine çêkirin kir û wiha got: "EV salên dawî li Kurdistanê tu av nema ku bendav û HES li ser nehatiye çêkirin. Ev tê wateya hilweşandina Kurdistanê. Dixwazin Kurdan teşvîkê bajaran bikin û feraseta wan bi polîtîkayên asîmîlasyonê bihelînin. Di rêzefilma Malîno de her lîstikvanek profîlek temsîl dike." Tarhan got ku dive temaşevanên rêzefilmê her karakterek baş temaşe bike da ku bizanibin li Kurdistanê jiyan çawa ye.

'Rêzefîlm qala asîmîlasyonê dike'

Şanogera Konservatuara Aram Tîgran ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Nesîbe Guneylî ya ku di rêzefilmê de karaktera "Sitî" dileyîze da zanîn ku rêzefilm qala asîmîlayonê dike û wiha domand: "Li gundan bi çanda xwe re jiyîn çawa ye, li bajêr jiyandina çanda gelekê din çawa ye. Jiyaneke nû qebûl nekirin çawa ye. Rêzefilm dixwaze nakokiyên wan nîşan bide. Ji ber ku em jî niha di nava vê nakokiyê de dijîn. Çanda me tê qirkirin û roj bi roj em ji çand û zimanê xwe dûr dikevîn. Rêzefilm dixwaze taybeti qala vê yekê bike."

'Encamên çêkirina bendavan derdikeve pêş'

Şanogerê Konservatuara Aram Tîgran Emîn Yalçinkaya yê karaktera "Felemez" dileyîze diyar kir ku di destpêka rêzefilmê de encamên çêkirina bendavên li Kurdistanê derdikeve pêş û got ku mirov di rêzefîlmê de dibine ku çawa xweza winda dibe û bi avayekê çawa bi xwezayê tê lîstin.

(sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR