DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li hemberî zarokê 17 salî jî heman hovîtî

 
6 Ekim
13:54 2015

AMED (DÎHA) - Piştî li Şirnexê Haci Lokman Bîrlîk ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin û bi wesayîta zirxî ve hat rakêşandin li Farqînê jî Vedat Akcanim ê ku ji aliyê polîsan ve hatî qetilkirin jî bi tazî bi wesayîta zirxî ve hat girêdan û di erdê re hat rakêşandin. Ji şahidên bûyerê Sadiye Durak diyar kir ku piştî polîsan Akcanim qetil kirin bi panzerê ve girêdan û wisa ji nava tax derxistin. Şahida din a bûyerê Sabriye Mugçu jî wiha got: "Dema panzer li ber mala me re derbasbû min di wê demê de dît.Bi tazî bi panzerê ve girêdayî bû û di erdê re radikêşandin."

Piştî hovîtiya li hemberî Haci Lokman Bîrlîk ê ku li Şinrexê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin novîtiyekî din jî li Farqînê derket holê. Hate ragihandin ku li navçeya Farqînê ya Amedê ya ku di encama 4 rojên qedexeya kolanan lê hatî îlankirin de zarokê bi navê Vedat Akcanim ê 17 salî hat qetilkirin û piştî qetilkirinê polîsan bi panzerê ve girêdan û di erdê re rakêşandin. Li navçeyê di encama êrîşan de 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Şahidên hovîtiyê gotin polîsan li taxa Konakê Akcanim qetil kir û dema Hayriye Hudaverdî ji bo wî bigire çû jî bû hedefa polîsan û hat qetilkirin.

Jina bi navê Sadiye Durak (55) a ku bûye şahidên tiştên wê rojê hatin jiyîn got piştî Akcanim hat qetilkirin wan xwest biçin wî bigirin lê sekvan û polîsan êrîş li wan kir. Durak diyar kir ku ligel êrîşa polîsan wan Akcanim girtin û hinek ji wî dûr Hudaverdî birîndar bû û ji ber êrîşên zêde neçar man wan li cihê bûyerê bihêlin û vegerin.

'Li erdê re rakêşandin'

Durak anî ziman ku piştî demek şunda incax Hudaverdî girtin lê Akcanim negirtin û wiha got: "Dema me jin girt û vegeriyan ew jî hatin Vedat di erdê re rakêşandin û birin. Pişt re li ser avahiyê avêtin jêr. Pişt re bi zincîrê bi panzerê ve girêdan û di nava tax de di erdê re rakişandin û derxistin." Durak da zanîn ku gelek caran ji bo Akcanim bigirin hewil dan lê tîmên taybet û polîsan ew gulebaran kirin û wiha axivî: "Gelo ev çi hovîtiye û çi pêkanîna dijmirovahiyê ye?"

'Tazî bi panzerê ve girêdabûn'

Şahida bi navê Sabriye Magçu (44) jî wiha got: "Dema panzer li ber mala me re derbas bû min dît. Bi panzerê ve girêdayîbû û tazî bû û di erdê re dikêşandin."

Endamê MEYA-DER'ê Ahmet Karagoz ê ku li morga Goristana Yenîkoyê dît jî got ji ber rakişandinê li ser pişta wî şop hebû di stuyê wî de jî şopa girêdanê hebû.

Tê gotin di medyaya civakî de wêneyên zarokî 16-17 salî yên tazî yên li ser bataniyeyê tên parvekirin ayîdî Akcanim in û îfadeyên şahidan jî vê yekê bi hêz dikin.

(bd)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR