DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Bismilê 4 sivîl hatin qetilkirin - DEQEYA DAWÎ

 
6 Ekim
19:19 2015

AMED (DÎHA) - Navçeya Bismilê ku di bin dorpêça leşker û polîsan de ye cenazeyên 4 sivîlên ku hatin qetilkirin anîn Nexweşxaneya DEwletê ya Bismilê.

Li navçeya Bismilê ya Amedê piştî êrîşên polîsan ên duh şevê dest pê kir îro jî saet di 12.30'an de ji aliyê Qaymeqamiya Bismilê ve li taxên Rojava, Avaşîn, Firat û Tekelê qedexe hate îlankirin. Êriş li her çar taxan zêde bû hate hinbûn ku cenazeyên 4 sivîlan polîsan anîne NExweşxaneya Dewletê ya Bismilê. Nasnameya cenazeyan nehat zelalkirin û welatî li ber nexweşxaneyê kom bûn.


Piştî qedexeya derve nûçegihanên JINHA'yê ku nûçe dişopandin ji aliyê polîsan ve hatin hedef girtin û bi tesadufî nebûn hedefa guleyên polîsan.

Li navçeyê rageşî berdewam dike û dengê çek û teqînan ji taxan tê.

(sa)



EN ÇOK OKUNANLAR