DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Cizîrê hejmarê kesên hatine qetilkirin derket 22 kesan

 
7 Ekim
09:10 2015

ŞİRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê welatiya bi nav Mukiye Geçgel a ku di demê qedexekirina derketina kolanan de ji hêla polisan ve hatibû birindarkirin li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Piştî Geçgel jî jiyana xwe ji dest da hejmara kesên li Cizîrê ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin hejmara wan derket 22 kesan.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi îlankirina qedexekirina derketina kolanan di encama êrîşa polisan de jina bi navê Mulkiye Geçgel (48) bi giranî birindar bibû. Gelgeç a ku dayîka 6 zarokan piştî birindarbû rakiribûn Nexweşxaneyê Devletê ya Şirnexê. Geçgel piştî emeliyatê yekemin roj ji bo emliyata duyemin wergiti bû. Geçgel duh ji bo emeliyata duyemin çû Nexweşxaneya Devletê ya Şirnexê qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Hat zanin ku Hevserê Geçgel ji di sala 1994'an de ji hêla JİTEM'e ve hatiye qetilkirin.

Cenazeyê Geçgel dê seat di 11.00'an de bi girseyi li Goristana Şehit Bêrivan bê definkirin.

(zf-cno/bd)




Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR