DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Tîmên taybet ciwanek înfaz kirin

 
13 Ekim
13:42 2015

MÊRDÎN (DÎHA) - Li navçeya Kerboranê şevê din qedexeya derketina derve hat rakirin, ciwanê bi navê Îdrîs Cebe ji hêla tîmên taybet ve hat înfazkirin.

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê bi rojan qedexeya derketina kolanan berdewam kir de tîmên taybet bi çekên giran êrîşî ser gel kirin û şevê din tîmên taybet ciwanê 18 salî Îdrîs Cebe bi guleyekê înfaz kirin. Hat ragihandin ku di têketina navçeyê de tîmên taybet Cebe înfaz kirin û cenazeyê wî bi ambulansê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Di otopsiya li nexweşxaneyê hat kirin de Cebe bi guleya li pişt guhê wî ketiye jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku Cebe piştî nîvro bi merasîmekê li Kerboranê were definkirin.

(wk)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR