DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Bîlançoya 4 rojan a Sûrê: 3 kuştin, bi dehan birîndar, bi dehan binçavkirin û wêrankirina malan

 
14 Ekim
09:10 2015

AMED (DÎHA) - Bîlançoya 4 rojan a "Qedexeya derketina kolanan" a Sûrê, yek ji wan zarok 3 kes hatin qetilkirin, bi dehan kes birîndar bûn û bi dehan kes jî hatin binçavkirin. Her wiha di nava wan de Mizgefta Kurşunlu ya di bin mîrateya UNESCO'yê de ye heye, gelek xanî hatin gulebarankirin, xirakirin û şewitandin. Lê li gel vê yekê gel jî bi terknekirina cih û warê xwe mora xwe li bin berxwedaneke bêhempa da.

Bîlançoya 4 rojan a "Qedexeya derketina kolanan" a ji aliyê Walîtiyê ve li navçeya Sûra Amedê hatibû îlankirin, pir giran e. Di nava çar rojan de ku polîs û tîmên taybet di serî de taxên Fatîh Paşa, Hasirli, Xançepek û gelek taxan dorpêç kiribûn, bi alîkariya helîkoptêran çekên giran hatin bikaranîn. Di nava van çekên giran de ku bombe avêtin, roket, gulebarankirin jî hebûn, yek ji wan zarokê 12 salî Helîn Hasret Şen jî hebû Halîl Tuzulerk, Abdulazîz Taruk (63) hatin qetilkirin, bi dehan welatî hatin birîndarkirin. Hat ragihandin ku gelek kesên birîndar bûyîn jî ji ber fikara wê bên binçavkirin an jî ji ber dorpêçkirina polîsan nikaribûne biçin nexweşxaneyê.

Bi dehan kes hatin binçavkirin

Li navçeyê ku ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hatibû dorpeçkirin, di serdagirtina malan an jî bi hinceta kontrolkirina nasnameyan bi dehan kes hatin binçavkirin. Gelek kesên ku hatin binçavkirin li qereqola polîsan piştî îfadeya wan serbest hatin berdan. Lê li gorî agahiyên ku parêzerên girêdayên Baroya Amedê daye heta niha 26 kes hatine binçavkirni lê dibe ku ev hejmar zêdetir be.

Meclîsa Gel û mizgefta di bin banê UNESCO'yê de jî di nav de gelek xanî hatin wêrankirin

Di encama dorpêça polîs û tîmên taybet ku êrîş jî pêk anîn gelek xaniyên welatiyan jî zerarê dîtin. Polîsan ku di nav çar rojan de rasterast bi ser hemwelatiyan ve guleyan direşandin, ji bo binçavkirinan deriyên malan û kargehan şikandin û diketin hûndir, şêniyên di malê de bi çekan wan davêtin erdê, çêr û heqaretan li wan dikirin. Her wiha polîsan piştî binçavkirinan an jî valakirina malan xaniyan gulebaran dikirin û piştre jî dişewitandin. Yek ji van xaniyan jî avahiya Mala Gel a Taxa Fatîh Paşa hatiye gulebarankirin û piştre jî hatiye şewitandin e. Dîsa yek ji wan jî Mizgefta Kurşunlu ku ji hêla UNESCO'yê ve xistiye bin ewlehiyê ye û mîrateya dîrokî ya qedîm e, ji hêla polîsan ve rastî bi sedan guleyan hatiye û derî jî hatiye şikestin.

Li hemberî van êrîşên hovane berxwedana bêhempa

Ligel derketina holê ya ev bîlançoya 4 rojan, li hemberê êrîşên hovane ya polîs û tîmên taybet, terknekirina cih û warê xwe berxwedana gelê navçeyê ya bêhempa jî pêk hat. Gelê ku di nava çar rojan de, bi tîlîlî, çalakiyên deng derxistinê mora xwe li bin berxwedaneke bêhempa da.

(rd-şo/ea/go)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR