DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Polîsan li Geverê ciwanek qetil kirin û yek jî bi giranî birîndar kir - HATE NÛKIRIN

 
16 Ekim
15:33 2015

COLEMÊRG (DÎHA) - Li Geverê polîsên ji duh ve êrîşê li gel dikin ciwanê bi navê Diyar Ertaş qetil kirin û ciwanê bi navê Diyar Akin jî bi giranî birîndar kirin.

Tîmên taybet û polîs ji şevê din ve bi wesyîtên zirxî li naçveya Geverê ya Colemêrgê êrîş li gel dikin û di encama êrîşan de ciwanek qetil kirin û yek jî bi girnaî birîndar kirin. Polîsan li Navenda Kar a Orîentê ya li nêzî Duryana Girtîgeha Kevin ciwanê bi navê Diyar Ertaş ê 20 salî qetil kirin. Hat ragihandin ku gelek gule li ser ciwan xistin û ji ber vê yekê serê wî perçe bûye.

Ciwanê birîndar bû ji qata sêyan ket erdê

Polîsan ciwanê bi navê Diyar Akin jî bi 3 guleyên li sinqê wî dayîn birîndar kirin û Akin ji qata 3'yemîn a avahiyê de ket erdê. Hat ragihandin ku rewşa Akin giran e û rakirine nexweşxaneyê.

Polîsên ciwan qetil kirin pişt re vekişiyan kolanan dermanfiroşan û gel li cihê ciwan lê hatî qetilkirin dest bi kombûnê kirin.

(bd)



EN ÇOK OKUNANLAR