DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Silopî polîsan zarokê 16 salî qetil kir

 
26 Ekim
09:52 2015

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Silopî bê ku xwepêşandanek hebe polîsan raste rast gule reşand derdorê û zarokê bi navê Mustafa Aşlig a 16 salî birîndar kirin. Aşlig ji ber dorpêçkirina polîsan nikaribûn rakin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê şevê dîn saet di derdora 21.00'an de polîsên ku hatin li ser kolana 3 emîn a Taxa Cudî de girtin bê xwepêşandanek hebe gulebaran kir. Di encama gulebarana polîsan de zarokê bi navê Mustafa Aşlig ê16 salî ji serê xwe giranî birîndar bû. Li ser hemû hewildanên welatiyên derdorê ji ber dorpêçkirina polîsan a li ser taxê nikarin Aşlig rakin nexweşxaneyê. Hemwelatiyan bi derfetên xwe mudaxaleyê li birîna Aşlig kirin, lê li ser hemû hewldanan saet di derdora 04.00 ê de Aşlig jiyana xwe ji dest da.

Piştî serê sibê dorpêçkirina polîsan a li tax bi dawî bû malbat û hemwelatiyan cenazeya Aşlig birin Nexweşxaneya Silopî ya Dewletê. Cenazeyê Aşlig di morga nexweşxaneyê de ji bo karên otopsiyê tê rawestandin.

Piştî bûyerê gelek hemwelatî jî li ber nexweşxaneyê kombûn û disekinin.

(no/ozp/ea/bd)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR