DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Farqînê qedexeya derketina derve: Ciwanek hat qetilkirin - DEQEYA DAWÎ

 
3 Kasım
08:34 2015

AMED (DÎHA) - AKP'a di hilbijartinê de li Farqînê têk çû cara 6'emîn qedexeya derketina kolanê îlan kir. Beriya qedexeyê polîsan taxên navçeyê dorpêç kirin û êrîş welatiyan kirin. Di encama êrîşê de ciwanê 22 salî Muslum Tayar jiyana xwe ji dest da.

AKP di hilbijarina 1'ê mijdarê de li navçeyên rêveberiya cewherî hatin îlankirin bi temamî têk çû. Ji van navçeyên têkçû yek jê Farqîna Amedê ye. Seat di 05.00'an de ji hoparlorên mizgeftan qedexeya derketina kolanan îlan kirin. Li taxên ku qedexe hat îlankirin polîs bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin û bêserûber bombeyên gazê avêtin taxan. Piştî êrîşa polîsan li taxa Ferîdunê dengê teqîn û çekan bilind bû.

Ciwanek qetil kirin

Polîsên hewl dan bi wesayîtên zirxî têkevin taxê dengê teqîn û çekan bilkind bûn û li taxê Muslum Tayar (22) dema diçû mala xwe ya li ser rêya Amedê ji hêla polîsan ve hat gulebarankirin. Di encamê de 4 gule li ling û singa Tayar ketin û bi giranî birîndar bû. Tayar ji hêla welatiyên derdorê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê. PiştÎ mudaxaleya ewilî sewqî Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê kiirn. Ligel hemû hewldanên rizgarkirinê Tayar jiyana xwe ji dest da.

Her wiha malbata Tayar ji şevê din li ber morgê disekinin cenazeyê zarokê wan nedane wan.

Li navçeyê xeta telefon qut bûn

Di seatên serê sibê de b, qedexeya 6'emîn re xetên telefonê û înternet hatine qutkirin. Her wiha tevgera helîkopteran a li ser navçeyê hatibû destpêkirin didome.

Polîs û leşkeran dişînin navçeyê

Piştî qedexeyê gelek polîs û leşker bi wesayîtên zirxî ber bi navçeyê hatin şandin û wesayîtên leşkerî anîn navçeyê.


(wk)



EN ÇOK OKUNANLAR