DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Sêrtê pevçûn: Kesekê jiyana xwe ji dest da

3 Kasım
18:45 2015

SÊRT (DÎHA) - Li Sêrtê di navbera polîs û komek ciwanan de pevçûn derket. Li gorî agahiyan di pevçûnan de ciwanekê jiyana xwe ji dest daye û polîsek jî birîndar bûye.

Li Sêrtê polîsan di seatên êvarê de taxa Şemsika dorpêç kir. Polîsên xwestin bikevin taxê rastî bersiva ciwanan hat. Di encama pevçûna derketî de ciwanek navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da û polîsek jî birîndar bû. Hate zanîn ku pevçûn hêj berdewam dikin. Li taxê jî 2 kes hatin binçavkirin.

(eb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR