DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Bi dehhezaran kes ciwanên Geverê oxir kir

 
4 Kasım
14:25 2015

COLEMÊRG (DÎHA) - Dogan Dogma (18) û Çetîn Dara (20) yên ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatin qetil kirin îro li Geverê bi tevlîbûna dehhezaran kesî spartin axê.

Cenazeyên ciwanên bi navê Dogan Dogma (18) û Çetîn Dara (20) yên ji aliyê polîsên tîmên taybet ve duh li navçeya Gever a Colemêrgê hatin qetil kirin, îro piştî karên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê anîn Geverê. Bi sedan wesayît, li ser Pira Şakitan cenazeyan pêşwazî kir.

Li navçeyê hemû kepeng girtîbûn û bi hezaran welatî jî li ser Caddeya Cengîz Topel heya Mizgefta Mehmet Şerîf meşiyan. Piştî demeke bi girseyên ku ji taxan hatin hejmara gel gihişt dehhezaran. Bi dehhezaran kes bi dirûşmeyên "Kujer Erdogan" "Şehîd namirin" meşiya û nelet li komkujiyan anî.

Piştî wecîbeyîn olî yên li mizgeftê, bi dehhezaran kes darbestên her du ciwanan ku bi rengên kesk û sor û zer hatibûn xemilandin, li ser milan birin Şehîdgeha Ormanê. Hevjîna Çetîn Dara ya ducanî û bi zarokê xwe yê 6 mehî tevlî merasîma cenazeyê bû.

Piştî karên definkirinê Parlementerê HDPê ya Colemêrgê Abdullah Zeydan axatinek kurt kir. Apê Çetîn Dara, Ahmet Dara ji bo hemû gelê Kurd sersaxiyê xwest û got "Şehîd, şehîdê me hemûyan e."

Piştî axaftinan girsey, ji bo cenazeyê gerîllayê HPG'ê Înan Tursun (Têkoşer Gever) ku dê li Bajêrgehê were definkirin pêşwazî bikin, çûn ser Pira Şakitan.

(sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR