DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Polîsan welatiyek kuşt û meta wî birîndar kir

4 Kasım
17:02 2015

AMED (DÎHA) - Li navçeya Farqînê êrîşa tîmên taybet a li ser welatiyan dijwar dibe, li taxa Tekelê di encama gulebaranê de bavê 3 zaroka Engîn Gezîcî (24) hat kuştin û meta wî Îsmet Gezîcî xwest biraziyê xwe xilas bike bi guleyê birîndar bû.

Li navçeya Farqînê ya Amedê êrîşên li ser welatiyên taxên Tekel, Konak û Mescîtê her ku diçe dijwartir dibe û welatî tên qetilkirin. Şevê din piştî Muslum Tayar hat qetilkirin li navçeyê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin û dawiyê ciwanê kurd Sertîp Polat hat kuştin. Îro jî tîmên taybet li taxa Tekelê bavê 3 zarokan Engîn Gezîcî (24) kuşt û meta wî Îsmet Gezîcî ya xwest biçe hawara biraziyê xwe bi guleya polîsan birîndar bû. Hat ragihandin ku welatiyên xwestin xwe bigihînin Engîn û hatin gulebarankirin. Welatî di bin gulebarana polîsan de xwe gihandin cenazeyê Engîn û meta wî Îsmet a ku bi giranî birîndar bibû.

Welatiyan bi derfetên xwe Îsmet Gezîcî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê. Piştî mudaxaleya ewilî wê sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê kirin. Gezîcî li nexweşxaneyê hat emeliyatkirin.

Hat ragihandin ku cenazeyê Engîn jî rakirin morga nexweşxaneyê.

Her wiha li ser rêya Azîzoglu 2 tîmên taybet birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.

(wk)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR