DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Dêra ermenan bû cihê destava leşkeran!

 
10 Kasım
09:06 2015

SELMAN KELEŞ

WAN (DîHA)
- Derket holê ku Dêra Ezîz Bartholomeus a ermenan ku bi avabûna Komara Tirkiyeyê ket nav sînorên qereqola leşkerî, bi salan wek cihê destava leşkeran hatiye bikaranîn. Dêra ku leşkeran zirarek mezin daye niha wek kavil e û tu hewldanek rayedaran ji bo restorasyonê tune ye.

Li Taxa Dêr a navçeya Elbak a Wanê, Dêra Ezîz Bartholomeus a ermenan ku di sedsala 13. û 14. de hatiye avakirin, yek ji mînakên encama polîtîkayîn qirkirina çandî ya dewletê ye. Dêra Ezîz Bartholomeus, heya Şerê Cîhanê ya yekemîn ji aliyê gelê Ermenî ve bi awayek aktîf hate bikaranîn. Bi qirkirina gelê ermen û polîtîkayên tehcîrê re, wekî ermenan, dêr jî rastî qirkirina çandî hat. Dêr, di salên destpêkê yên Komara Tirkiyeyê de girtin nav sînorên qereqola leşkerî ya hate avakirin. Dêr, bi salan di bin kontrola leşkeran de ma. Leşkeran li gel ku derdora Dêrê çeperên leşkerî kolan, nav Dêrê jî wek cihê destavê bikaranîn. Dêr heya niha hîç nehatiye restorekirin. Banê Dêrê bi temamî hilweşiya ye û dîwarên Dêrê jî ji aliyê leşkeran ve hatiye texrîpkirin. Nav Dêrê jî ji ber lêgerîna zêr û zîvan, ji aliyê leşkeran ve hatiye kolandin. Leşkeran her wiha sûret û sembolên Xristiyaniyê yên li ser Dêrê jî bi zanebûn xêz kirine. Piştî ku di sala 2013'an de leşkeran Dêrê vala kirin, rewşa kavil a Dêrê jî derket holê.

Ji şêniyên taxê Faîk Durmaz da zanîn ku leşkeran piştî ku dest danîn ser Dêrê, nehêştin ku ne gundî ne jî turîst nêzî Dêrê bibin û wiha axivî: "Bi salan ev der di bin destê leşkeran de ma. di nav van salan de Dêrê kirin kavil. Li derdorê çeperan kolan. Hemû nivîs û sûretan xêz kirin. Vê derê weke cihê destavê bikaranîn."

'Ji bo ev nirx wenda bibin çi ji destê wan tê dikin'

Durmaz got ku şêniyên taxê bi caran ji bo Dêr were restorekirin serlêdan kiriye lê ji ber ku leşker di nav de bûne ev daxwaza wan pêk nehatiye. Durmaz anî ziman ku piştî leşker ji Dêrê derketin jî tiştek nehatiye kirin û wiha berdewam kir: "Li bendê ne ku bi temamî tune bibe. Gundî sewal û zarokên xwe ji vir dûr digirin, ji bo zirarê nebîne. Wekî ku hun jî dibinînin, bûye kavil. Li vê herêmê bi sedan berhemên dîrokî hene lê yek ji wan jî nayê parastin. Ji bo ev nirx wenda bibin çi ji destê wan tê dikin."

'Ji ber nebûna pere xebata me tune ye'

Piştî ku leşker ji Dêrê derketin, Qeymeqamiya Navçeyê, ji bo Dêrê biparêze nobedarek erkdar kiriye. Lê ji bo restorasyon an jî parastina Dêrê tu hewldana rayedaran tune ye. Derbarê mijarê de rayedarê Midûriyeta Muzeyê ku me hevditin kir, ji bo rewşa Dêrê bi van gotinan parastinê kir: "Ew der berê di bin destê leşkeran de bû. Em jî nikaribûn bikevin. Ez ne şaş bim berê li wir xebatek hebû. Lê ji ber pere têr nekir wisa ma. Niha ji bo wê derê tu xebata me tune ye."

(sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR