DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Qeydên kamerayan aşkere dike ku polîsan kiraatxane gulebaran kiriye

 
10 Kasım
15:43 2015

AMED (DÎHA) - Li navçeya Farqînê di roja 8'emîn de qedexeya kolanan didome. Duh polîsan ji maşîneya zirxî kiratxane gulebaran kir û Mehmet Gunduz qetil kirin. Hem şahidan û hem jî qeydên kamerayan aşkere kir ku ji maşîneya sirxî gule hatiye barandin.

Li Navçeya Farqînê ya Amedê qedexeya kolanan di roja 8'an de berdewam dike. Di nava 8 rojan de heta niha li Farqînê 7 welatî ji aliyê tîmên taybet û polîsan ve hatin qetilkirin. Di gulebaranê de herî dawî Mehmet Gunduz (45), Seyfettin Kurt (44) û Abdulsamet Kesici (50) bi giranî birîndar bûbûn. Gunduz li gel hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da.

Qeydên kamerayan jî aşkere dike ku Gunduz di gulebarana polîsan de hatiye qetilkirin

Duh li Kiratxaneya Kolana Amedê polîsan ji maşîneya zirxî gule berdabûn welatiyan. Di gulebarana polîsan de Mehmet Gunduz jiyana xwe ji dest dabû. Hem şahidên bûyerê û hem jî qeydên kamerayan nîşan dide ku maşîneya zirxî ya plakeya wê Z6 21 A 1226 li ber kiratxaneyê rawestiya ye. Şahidan, da zanîn ku li gel bûyer tune bûn û derketina kolanan li vir ne qedexe bû, polîsan ji maşîneya zirxî gule li ser kiratxaneyê reşandin. Şahidan, da zanîn maşîna kobra ya Z6 a zirxî kiratxane gulebaran kir û li gel birîndar hebûn jî li wan temaşe dikir. Şahidan, destnîşan kir ku welatiyan bi derfetên xwe birîndar rakirin nexweşxaneyê.

'Welatiyan li kratxaneyê sohbet dikir'

Xwediyê Kiratxaneya Dîcle Celal Yanik (65) diyar kir ku li gel bûyer tune bû kiratxane hat gulebaran kirin. Yakin, anî ziman ku polîs nêzî wan bûn û dema bûyer pêk hat jî wekî tiştek nebûbe polîsan tiştek nekiriye. Yanik, destnîşan kir ku gule ji aliyê maşîneya zirxî ve hatin û maşîna zirxî ya Z-6 li wir bû.


Di qeydên kamera ya Kiratxaneyê de jî dîmen nîşan didin ku berê bûyer tune û maşîna zirxî ya Z6 berî bûyerê hatiye li hemberî wan rawestiya ye. Di dîmenan de tê dîtin ku di nava 17-18 saniyeyan de maşîna zirxî ya Uralê li ser Kolana Amedê derbas dibe û 43 saniye şûnde pitre maşîneyek sivîl a sipi park dike û Mehmet Gundüz ê birîndar bûye rakikin nexweşxaneyê.

(mae)




Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR