DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Farqînê hejmara kesên hatin qetilkirin derket 7'an

 
12 Kasım
10:28 2015

AMED (DÎHA) - Li navçeya Farqînê ku êrîşên li dijî gel kete roja 10'an ciwanê bi navê Suleyman Guleç jî hate qetilkirin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê qedexeya derketina derve kete roja 10'emîn û di êrîşên li dijî gel de ciwanekî din jî hate qetilkirin. Tank û leşkerên ku sewqî navçeyê hatin kirin ve êrîşên li dijî gel zêdetir bûn û duh êverê li taxa Mescîtê ciwanê bi navê Suleyman Guleç hate qetilkirin. Cenazeyê Guleç ji taxê hate wergirtin û ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê.

Bi qetilkirina Guleç ve li Farqînê hejmara welatiyên ku hatin qetilkirin derket 7'an.

Li navçeyê dengê çek û teqînan serê sibehê jî berdewam dike. Li başûrê navçeyê ji herêma Gaza Topê leşker bi wesayîtên zirxî êrîşî taxan dikin. Dîsa li cadeyên Azîzoglu, Kaniya Dergê, Bedlîsa kevn jî tîmên taybet bi çekên giran û bombeyan êrîşan pêk tînin.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR