DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Leşkeran bombe avêt Sîlopî, welatiyek qetil kir û 4 birîndar kirin - DEQEYA DAWÎ

 
12 Kasım
23:17 2015

ŞIRNAK (DİHA) - Fermandariya Cendirmeyan a Sîlopiyê bombe avêt taxa Şehit Harunê. Di teqîna bombeyê de welatiyekê jiyana xwe ji dest da û herî kêm 4 welatî birîndar bûn.

Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Sîlopî, saet di 22.00'an de bi awayekî keyfî bombe avêt taxa Şehît Harunê. Di teqîna bombeyê de herî kêm 5 welatî birîndar bûn. Welatiyên bi navê Servet Cin, Hişyar Konur, Fatma Yîgît, Evin Harput û welatiyek navê wî nehat zanîn birîn dar bûn. Kesên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê. Ji birîndaran Fatma Yigit li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Dermankirina welatiyên din jî didome.

Li aliyê din nexweşxaneya dewletê ya ku birîndar lêye ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hat dorpêç kirin.


(mae)



EN ÇOK OKUNANLAR