DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Nisêbînê di gulebaran polîsan de dayikek hat kuştin

 
15 Kasım
14:08 2015

MÊRDÎN (DÎHA) - Li navçeya Nisêbînê qedexeya derketina kolanan di roja 3'yemîn de didome, li taxa Firatê dayika 5 zarokan û ducanî Selamet Yeşîlmen a ku tevî 2 zarokên xwe ji qada duyemîn a mala xwe dadiketin hewşê hatin gulebarankirin. Di encamê de dayik Yeşîlmen jiyana xwe ji dest da û her du zarokên wê birîndar bûn.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya derketina kolanan di roja 3'yemîn de didome û êrîşên tîmên taybet ên li ser taxan didome. Gelê Nisêbînê li hemberî êrîşan dest bi berxwedana topyekûn kirin. Tîmên taybet bi wesayîtên zirxî yên li derdora taxa Devrîm, Rêya Îpekê û Qada Newrozê hatine bicihkirin hewl didin têkevin taxên taxên Firat û Abdulkadîrpaşayê. Gel li hemberî êrîşan bend danîne û nahêlin polîs têkevin taxan.

Dayik jiyana xwe ji dest da û 2 zarokên wê birîndar bûn

Li taxa Firatê êrîşa polîsan bênvaber didome. Li kuçeya Başyurtê dayika 5 zarokan û ducanî Selamet Yeşîlmen dema bi zarokên xwe Fîkret û Sevcan ên 13-14 salî ji qada duyemîn dadiketin hewşê ji hêla wesayîta zirxî ya kobra ku li ser rêya Çagçagê hatibû bicihkirin hatin gulebarankirin.

Yeşîlmen û her du zarokên xwe bi guleyên polîsan bi giranî birîndar bûn. Ji ber ku gelek gule li bedena dayik Yeşîlmen ketin li ser pêlikan ket erdê. Kurê wê Fîkret ji mil û lingê xwe birîndar bû û keça wê Sevcan jî birîndar bû û xwe avêtin hewşê. Dayik Yeşîlmen ji ber ku bi giranî birîndar bû li ser pêlikan ma û ji ber êrişa polîsan heta nîv seatê tu kes nikarîbû biçe ser wê. Welatiyên ku nîv seat şûnde xwe gihandin Yeşîlmen wê ji ser pêlikan daxistin û birin hundirê malê. Yeşîlmen û herd u zarokên wê li ambulansê siwar kirin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Cenazeyê dayika Yeşîlmen birin morga nexweşxaneyê, kurê wê Fîkret rakirin beşa lezgînî. Sevcan a biçûk jî sewqî Amedê kirin.

Rêya Îpekê li trafîkê girtin

Her wiha tîmên taybet ên ku hewl dan bi wesayîtên zirxî ji rêya Çagçagê têkevin taxê, bi hinceta ku 2 TIR'ên li ser rê pêşiya wan girtiye şewitandin û dawiyê jî bi wesayîtên zirxî ji wir birin. Êrîşên polîsan ên li ser welatiyan didome û li ser rêya Îpekê jî tank hatine bicihkirin. Hat zanîn ku elektrîka hin deveran hatiye qutkirin û ji roja qedexe hatiye destpêkirin rêya Îpekê li trafîkê girtine.

(wk)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR