DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Farqînê hejmara kesên hatin qetilkirin derket 8 kesan

16 Kasım
09:55 2015

AMED (DÎHA) - Li navçeya Farqînê ku dewletê 12 rojan li dijî gel teror pêk anî welatiyê bi navê Ridvan Us ê hatibû birîndarkirin jî jiyana xwe ji dest da. Hejmara kesên qatin qetilkirin derket 8 kesan.

Li navçeya Farqînê ya Amedê polîsan 12 rojan li dijî welatiyan terorek meşandin. Di êrîşa li hemberî taxên Tekel, Mescît û Konakê welatiyê bi navê Ridvan Us ê ku di 5'ê mijdarê de birîndar bûbû li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî ya Amedê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Bi vî rengî hejmara kesên ku di 12 rojan de jiyana xwe ji dest dan derket 8 kesan.

Cenazeyê Us piştî otopsiyê li bendê ye îro li Farqînê bê definkirin.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR