DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Qedexê û dorpêç bû sedema mirineke din jî

16 Kasım
16:51 2015

MÊRDÎN (DÎHA) – Li navçeya Nisêbînê welatiyê bi navê Abdulkadîr Yilmaz ê 65 salî yê krîza dil derbas kir ji ber dorpêçê piştî 3 seaten birin nexweşxaneyê lê Yilmaz jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di roja 4'emîn de "Qedexeya derketina kolanan" didome bû sedema mirina welatiyekî. Ji ber êrîşên polîsan hemû rê hatine girtin û bênavber bi çekên giran êrîşî ser taxên Nisêbînê dikin. Bi dest pê ka qedexeyê re riya dîrokî ya Îpêkê jî ji aliyê polîsan ve hate girtin û ji çûn û hatinê hate qedexekirin. Li bajarokê Kertwênê ya Nisêbînê duh welatiyê bi navê Abdulkadîr Yilmaz (65) ê bavê 9 zarokan e li malê krîza dil derbas kir. Ji ber ku riya bajarokê girtiye û ambulans di heman kêliyê de neçû, ancax ambulans piştî 3 saetan çû Kertewênê û şûn ve Yilmaz rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Ji ber ku bijîşk li Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê tunebû, ew sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hate kirin. Yilmaz ligel hemû hewldanên bijîşkan nehate xilaskirin û jiyana xwe ji dest da.

Piştî otopsiyê cenazeyê Yilmaz teslîmî malbatê hate kirin û malbatê cenazeyê Yilmaz anî bajaroka Kertwênê defin kir.

Cenazeyê Yeşîlmen birin Hezexê

Li aliyê din di encama gulebarankirina hovane ya polîsan de duh li taxa Firatê dayika 5 zarokan Selamet Yeşîlmen li ber deriyê mala xwe hatibû qetilkirin. Cenazeyê Yeşîlmen ji Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê ji bo kar û barên otopsiyê rakirin, Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Piştî otopsiyê cenazeyê Yeşîlmen ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û ji bo definkirinê birin gundê Filfilê yê bi ser navçeya Hezexê ya Şirnexê.

(bg/sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR