DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Nisêbînê polîsan kurdek din jî qetil kir

 
24 Kasım
18:43 2015

MÊRDÎN (DÎHA) - Di roja 12'emîn a qedexeya li ser Nisêbînê de welatiyê bi navê Sedat Gundor ji aliyên polîsên tirk ve hate qetilkirin.

Li navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê qedexeya derketina kolanan di roja 12'emîn de berdewam dike. Êrîşên hêzên tirk ên li hemberî gelê kurd bi hemû hovîtiya xwe didomin. Li taxa Yenîşehîrê welatiyê bi navê Sedat Gundor (22) dema ji mala xwe ya li Kolana Lîseyê derket ber derî ji aliyê wesayîtên zirxî yên polîsan ku li ser kolana Çag Çag dimînin ve hate gulebarankirin. Di encama gulebaranê de Gungorbi giranî birîndar bû.

Gungor ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdîn, ligel hemû hewldanan nehat xilaskirin û jiyan xwe ji dest da.

(no/eb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR