DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Silopî polîsan ciwanê bi telefonê diaxivî qetil kir

 
28 Kasım
10:12 2015

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Silopî ciwanê 18 salî yê bi navê Nasîp Yeşîl ku ji bo bi telefonê xwe biaxive çû ser banê xanî ji aliyê polîsên tirk ve hate qetilkirin.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê şevê din derdora saet 03.00'an ciwanê bi navê Nasîp Yeşîl (18) dema ji bo bi telefonê xwe biaxive diçe ser banê xanî ji polîsan ve hate qetilkirin. Malbatê û welatiyên derdorê Yeşîlê ku jiyana xwe ji dest dayî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Silopî. Bavê Yeşîl, Saît Yeşîl di îfadeya xwe ya pêş otopsiya ji aliyê Dozgeriya Silopî ve tê kirin de got kurê wî dema ji bo bi telefonê re bi biaxive çûye ser banê û li wê derê ji aliyê polîsan ve hatiye qetilkirin. Piştî pêş otopsiya li Silopî cenazeyê Yeşîl ji bo otopsiyê birin Şirnexê

Hate hînbûn ku Yeşîl di marketekî de dixebite.


(sbk/no/sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR