DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Polîsan wêneyê zarokê li Sûrê hat qetilkirin belav kirin

 
2 Aralık
15:43 2015

AMED (DÎHA) - Li navçeya Sûrê piştî kolan hat qedexekirin, polîsan êrîşî welatiyan kir. Di êrîşa polîsan de zarokekî 13-14 salî hat qetilkirin. Piştî zarok hat qetilkirin wêneyê wî di medya civakî de li ser hesabê polîsan hat belavkirin.

Li navçeya Sûrê piştî kolan li welatiyan hatin qedexekirin, êrîşên polîsan ên li ser gel jî zêde bûn. Di êrîşa polîsan de li nêzî mînareya çar ling 3 welatî bi guleyan birîndar bûn. Piştî 3 welatî birîndar bûn, ambulans çû taxê, lê rastî astengiya polîsan hat. Ji ber vê yekê agahî ji aqûbeta birîndaran nehat girtin. Di medya civakî de hat diyarkirin ku yek ji kesên birîndar bûye jiyana xwe ji dest daye û di medyaya civakî de wêneyê wî hat parvekirin. Di wêne de tê ditin ku kesê jiyana xwe ji dest daye zarokê 13-14 salî ye.
Wêne nîşan dike ku kesê jiyana xwe ji dest daye cilê sivîl li ser wîne û li ser sedyeyek destan hatiye dirêjkirin. Hat zanîn ku ev wêne li ser hesabê polîsan di medyaya civakî de hatiye belavkirin.


(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR