DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Nisêbînê polîs 2 kes qetil kirin

 
6 Aralık
14:21 2015

MÊRDÎN (DÎHA) - Li Nisêbînê ji 3 welatiyên ku ji wesayita zirxî hatibûn gulebaran kirin, 2 kes jiyana xwe ji dest dan. Hate zanîn ku polîs welatiyên ku çûne ser cenazeyan jî gulebaran kiriye.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku vê sibê cara 5'emîn li 4 taxan qedexeya derketina kolanan hate îlan kirin, polîsan li Sikaka Liyan a Taxa Dîcleyê ji wesayitên zirxî welatiyan gulebaran kir. Di êrîşê de, ji 3 kesên ku birîndar bûn, 2 welatî li cihê êrîşê jiyana xwe ji dest dan. Hate zanîn ku navê yek ji welatiyên ku hatiye qetilkirin Mehmet Emîn Înan e lê navê welatiyê din nehate zanîn.

Li heman taxê, di encama êrîşan de Rabiya Taylan, welatiyeke ku navê wî Ahmet e û 2 welatiyên ku navên wan nehat zanîn jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku, welatiyên çûne ser cenazeyan û xwestine alikariya birîndaran bikin jî rastî êrîşa polîsan hatine.

(sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR