DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Nisêbînê zarokê derketî ber derî hat qetilkirin

 
8 Aralık
14:11 2015

MÊRDÎN (DÎHA) - Li Nisêbînê zarokê bi navê Hakan Dogan ê 15 salî dema ku derket ber deriyê xwe wesayîtên zirxî gule lê reşandin û Dogan qetil kirin. Li gel Dogan di 3 rojên dawî de 6 welatî hatin qetilkirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya derketina kolanê di roja 3'emîn de ye û îro jî zarokek ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin. Li kolana Dîlek a li taxa Abdulkadîrpaşa dema zarokê bi navê Hakan Dogan ê 15 salî xwest biçe ber deriyê mala xwe wesayîtên zirxî yên li serê kolanê gule lê reşandin û Dogan ji serê xwe birîndar bû. Doganê ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê lê li ser hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.

Tevî Hakan Dogan di 3 rojên dawî de 6 welatî ji aliyê polîsên tirk ve hatin qetilkirin.

(no/sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR