DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Zarokê astengdar bi 12 guleyan qetil kirin

 
8 Aralık
14:40 2015

ŞIRNEX (DÎHA) - Zarokê bi navê Ferhat Kartal ê 15 salî ku ji sedî 50 astengdar e, ji aliyê polîsan ve bi 12 guleyên ku li sînga wî ketine hate qetilkirin. Kekê wî Sebahattîn Kartal bi gotinên "Piştî ku me hemûyan terorîst dibînin wê demê bila werin me hemûyan bikujin, em jî terorîst in" bertek nîşan da.

Li taxa Yenişehira Silopiya zarokê bi navê Ferhat Kartal (15) li taxa ku mala wî li wir e, ji hêla polîsan ve şevê din hate qetilkirin. Derket holê ku rapora Kartal a ku diyar dike ji sedî 50’î astengdare ji hêla saziya ‘Lijneya Tenduristiyê ya Astengdaran' ve di dîroka 06.01.2010’an de hatiye dayîn. Her wiha hate zanîn ku Kartal, li navenda rehabilitasyonekî perwerde didît. Kekê Ferhat Kartal, Sebahattin Kartal anî ziman ku, birayê wî xwendekarê dibistana Yenişehîrê ya pola 8’an bûye.

Sebahattîn Kartal behsa saetên ku Ferhat Kartal ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin kir û wiha axivî: "Evarê me bi hev re şîv xwar û ji bo sparteka xwe ya dibistanê çû înternet cafê. Êvarî denge çekan hat û me ji dengê çekan ne diwêrî derbikevin ji derve. Me digot qey birayê min çûye mala xwişka xwe, me bi riya telefonê xwest xwe bigihînin mala xwişka xwe lê telefona wan dernediket.’’

‘Zarokê 15’de salî ji temenê wî zêdetir gule lêdane’

Kartal diyar kir ku wan encax di saetên sibê de hîn kiriye ku birayê wan hatiye qetilkirin û wiha pê de çû: "Piştî me bûyer bihîst bi bavê xwe û birayên xwe re em çûn lê geriyan. Heta ku em çûne ber deriye morgê jî me hêj bawer ne dikir ku birayê me hatiye qetilkirin. Polîsên li ber deriiyê morgê cenaze nîşanî me nedikirin. Dema me cenazeyî wî nas kir, me dît ku 12 gule lêxistine. Ji temenê wî zêdetir gule lêdabûn.’’

‘Ji temenê wî zêdetir gule berdane’

Kartal anî ziman ku, bi guleyên ji temenê wî zêdetir qetilkilkirina zarokekî bêwijdanî ye. Kartal got ku, hêzên dewletê hemû kesên ku derdikeve kolanan wekî "terorîst" dibînin û wiha pê de çû: "Piştî ku me hemûyan terorîst dibînin wê demê bila werin me hemûyan bikujin, em ji terorîst in. Êdî em şevê nema dikarin derkevin ji derve. Mala birayê min li pêşberî mala me ye, êvara ez nikarim herim bala bire xwe."

Kartal, balê kişand ser rewşa astengdariyê ya birayê xwe jî û got: "Birayê min hefteyê carekî diçû Navenda Rahabilitasyonê, mamosteyên wî em hişyar dikirin û ji me re digotin, 'Kengî derbikeve, dê bi ku ve here ne diyar e, lê miqatebin.' Ji xwe rapora wî ya astengdariyê va ye li vir e.’’

Piştî ku otopsiya cenazeyê li Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê werê kirin, dê cenaze li Silopiyê were definkirin.

(mîr/sy)




Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR