DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Di êrîşa hewayî de 2 sivîl hatin qetilkirin

 
12 Aralık
16:31 2015

ŞIRNEX (DÎHA) - Di êrîşên hewayî yên balefirên şer ên artêşa tirk de, 2 welatiyên ku bazirganiya sînor dikin û li Qadên Parastina Medya mêvan bûn, jiyana xwe ji dest dan. Gundî ji bo cenazeyan bigirin ber bi sînor ve dimeşin.

Ji 24'ê Tirmehê vê de ye, li hemberî Qadên Parastina Medya yên di bin kontrola gerîllayan de ye, êrîşên hewayî bênavber didome. Hate zanîn ku, di êrîşa ku duh êvarê destpêkir û heya vê sibehê berdewam kir de, du sivîl jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniya Navenda Çapemeniya HPG'ê ya di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de hate weşandin wisa hate gotin: "Di şeva 11-12'ê kanûnê û saetên sibehê de, qadên Zap, Metîna, Garê, Haftanîn, Avaşîn û Xakurkê hatin bombebarankirin. Di encama êrîşên ku di demên dawî de yên herî berfireh bûn, 2 sivîlên ji gundê Şîfrezan a navçeya Qilaban a Şirnexê ku di qadên me de mêvan bûn, şehîd ketin.

Piştî ku bûyer hate bihîstin, welatî ber bi sînor ve dest bi meşê kirin.

(sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR