DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Amed zarokên xwe oxir dike

 
15 Aralık
09:17 2015

AMED (DÎHA) - Cenazeyên ciwanên bi navê Şerdil Cengîz (21) û Şiyar Salman (19) ên duh ji aliyê polîsan ve li Amedê hatin qetilkirin, îro piştî merasîma cenazeyê ya li Parka Koşuyoluyê dê werin definkirin. Hevserokê MEYA-DER'a Amedê Hasan Pençe jî bang li hemû gelê Amedê kir ku tevlî merasîmê bibin.

Gelê Amedê duh li hemberî dorpêç û êrîşên komkujiyê yên li Sûrê li her derê bajar çalakiyan pêşxist û rabû serhildanê. Polîsên ku çalakiyên gel ranegirtin li gelek cihan êrîşî gel kirin. Di êrîşa polîsan de 2 ciwanên bi navê Şerdil Cengîz (21) û Şiyar Salman (19) li navçeya Rezan di nav rojê de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin.

Merasîm li Parka Koşuyoluyê ye

Gelê Amedê dê îro her 2 ciwanan bi girseyî oxir bike. Li bajêr îro jî hemû dikan girtî ne, xwendekar neçûne dibistanê. Ji bo her 2 ciwanan destpêkê di saet 10.00'an de li Parka Koşuyoluyê merasîma cenazeyê were lidarxistin. Piştî merasîmê dê cenazeyên ciwanan li Goristana Yenîkoyê werin definkirin.

Ji MEYA-DER'ê banga tevlîbûnê

Hevserokê MEYA-DER'a Amedê Hasan Pençe jî ji bo tevlîbûna merasîma cenazeyê bang li gelê Amedê kir û got "Em bang li gel dikin ku ji bo rê li ber vê hovitiyê bigirin em xwedî li cenazeyan derkevin."

(sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR