DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Hatîce Şen bi 8 guleyan hatiye qetilkirin

 
19 Aralık
14:53 2015

ŞIRNEX (DÎHA) - Li navçeya Cizîrê dayika 3 zarokan Hatîce Şen a ku ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin derket holê ku hedef hatiye girtin û bi 8 guleyan ve ew qetil kirine.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li taxa Cudî di roja 3'yemîn a qedexeyê de dayika 3 zarokan Hediye Şen hatibû qetilkirin û dozgeriyê biryara nepenîtiyê danîbû ser dosyayê. Destur nedabûn ku parêzer ji bikevin otopsiya Şen.

Parlamenter ligel îtirazê li dosyayê mêze kir

Ligel îtirazên dozgeriyê jî Parlamentera HDP'ê BUrcu Çelîk Ozkan rapora otopsiyê ya Şen xwend û diyar kir ku Şen bi 8 guleyan ve hatiye qetilkirin.

'Cînayet hatiye kirin'

Ozkan destnîşan kir ku rapora otopsiyê nîşan dide ku cîneyet hatiye kirin. Ozkan anî ziman ku bi nedayîna raporê ve hatiye xwestin ku li ser cînayetê bê girtin û veşartin.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR