DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Hêzên dewletê 2 jin qetilkirin - HATE NÛKIRIN

 
20 Aralık
16:40 2015

ŞIRNEX/MÊRDÎN (DÎHA) - Li navçeyên Cizîr û Nisêbînê 2 jin qetilkirin.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê terora dewletê di roja 7'emîn de li taxa Cudî zêde bû. Leşker û tîmên taybet ji wesayîtên zirxî tax gulebaran kirin. Di encama gulebarana ji wesayîta zirxî jina bi navê Zeynep Yilmaz (40) jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yilmaz ji ber êrîşên zêde nikare bê girtin.


Li baxçeyê mala xwe hate qetilkirin

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku êrîşên dewletê yên li dijî gel kete roja 7'emîn, hêzên dewletê êrîşî taxa Girnavasê kirin. Di encama êrîşên tîmên taybet de jina bi navê Emîre Gok (39) a dayika 4 zarokan e hate qetilkirin. li gorî vegotinên şahidên bûyerê Gok a ku derketiye baxçeyê mala xwe ji aliyê hezên dewletê yên li riya Îpekê bi cih bûne ve hate qetilkirin.

Cenazeyê Gok rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. HAte hinbûn ku Gok ji stû û lingê xwe ve hatiye hedefgirtin û qetilkirin.

(sa)



EN ÇOK OKUNANLAR