DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

'Polîs ji wesayîtê daket û Şiyar qetil kir'

 
23 Aralık
09:07 2015

AMED (DÎHA) - Welatiyê ku bûye şahidê qetilkirina zarokê bi navê Şiyar Baran ê 13 salî diyar kir ku ligel ku tu çalakî tunebû jî polîs bi wesayîtên zirxî û Ford Ranger re hatine taxê, ji wesayîtan daketine û Şiyar qetilkirine.

Polîsan li taxa Seyrantepe ya Yenîşehîr a Amedê êrîşî taxê kiribûn û zarokê bi navê Şiyar Baran yê 13 salî qetil kiribûn. Şahidê bûyerê yê bi navê Î. B. yê 16 salî anî ziman ku ligel ku li taxa wan tu çalakî tunebû jî, polîs bi wesayitên zirxî û wesayitên Ford Ranger hatine taxê û pişt re jî tax dane ber guleyan.

'Pêşî bi demançeyê piştre bi çekên lûledirêj êrîş kirin'

Î.B. diyar kir ku dema ku Şiyar Baran hat qetilkirin tu çalakî li taxê nîn bû û wiha got: "Em li ser rê sekinîbûn wesayita zirxî ya bi navê Ûral tê binavkirin û wesayita Ford Ranger hat bi aliyê me de. Wê demê me wêne dikişand. Polîsek ji wesayitên ku ber bi taxê ve dihatin li ser kolana 272'an daket û bi demançeyê rasterast gule barand. Kesên ku li ser kolanên malên xwe bû hemû neçar man reviyan. Ev polîs piştî guleyê wî bi dawî bû 4-5 polîsên din ji bi çekên lûledirêj ji wesayitê daketin û wan jî gule barandin."

'Polîs ji Ford Ranger a bê plaqe daketin û êrîş kirin'

Î.B destnîşan kir ku li serê kolana ku polîsan çek bi kar anî MOBESE'yên polîsan hene û heke bê xwestin dê rastiya bûyerê dê derkeve holê. Î.B wiha got: "Wesayita Ford Ranger plaqeya wê nîn bû. Tu çalakî li cihê ku Şiyar lê hat qetilkirin nîn bû."

(ua/sa)





Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR