DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Polîs li Kerboranê malbatek gulebaran kir: 2 mirî, 3 birîndar

23 Aralık
22:59 2015

MÊRDÎN (DÎHA) – Li Kerboranê tîmên taybet malekî gulebaran kir û Necîm Kiliç (67) û keça wî Sabahat Kiliç (28) qetil kir. Di êrîşê de ji malbatê 3 kes jî giran birîndar bûn.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê ku rewşa awarte ev 13 roj in berdewam dike, hêzên dewletê ku nikare berxwedana gel bişkîne, malan gulebaran dike. Li Taxa Safayê, tîmên taybet malekî gulebaran kirin û welatiyê bi navê Necîm Kiliç (67) ê ku li baxçeyê diçû cihê destavê qetil kir. Li ser qetilkirina Kiliç, endamên malbatê ku derketin ber derê malê jî hate gulebaran kirin. Di vê êrîşê de jî keça Kiliç, Sabahat Kiliç (28) hate qetilkirin, 3 endamên malbatê jî birîndar bûn.

Cenazeyên Necîm Kiliç û Sabahat Kiliç rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê, birîndaran jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê.

(sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR