DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Cizîrê topebarana tankan: Ciwanek hate qetilkirin

 
24 Aralık
10:10 2015

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê topebarana hêzên dewletê ya li hemberê taxan şev jî berdewam kir. Di topebaranê de ciwanê bi navê Ferdî Kalkan (20) ji ber guleya topê ku li mala wî ket, jiyana xwe ji dest da.

Li Cizîra Botan pêkanînên rewşa awarte kete roja 11'yan. Hêzên dewletê yên ku nikarin berxwedana gel bişkînin, şevê din topebarana li hemberî taxan girantir kirin. Ji taxên berxwedanê jî heya sibehê dengê "Bijî berxwedana Cizîrê bilind bû." Di saetên êvarê de malên sivîlan ku ji aliyê Heron'ê ve hatin destnîşankirin, bi saetan hatin bombebarankirin. Ev êrîş ji aliyê DÎHA'yê ve hate qeydkirin.

Gelek mal hatin xirab kirin û şewitandin

Topebaran û gulebarana bi çekên giran ên li taxên Cudî, Nur, Yafes û Sûrê heya saetên sibê berdewam kir. Di topebaranê de gelek mal xirab bûn û di gelek malan de jî şewat derket. Ji ber qedexeyan, komên agirkujiyê nekarî şewatan vemirînê.

Ciwanek hate qetilkirin

Di li Taxa Cudiyê, di encama topebaranê de guleya topê li malekî ket û ciwanê bi navê Ferdî Kalkan (20) jiyana xwe ji dest da. Welatiyan, cenazeyê Kalkan ji mal girtin bi wesayîta cenazeyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Ji saetên sibê ve ye, topebarana tankan a li hemberî taxan berdewam dike.

(sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR