DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Polîsan li Amedê 3 kes qetilkirin

 
24 Aralık
16:43 2015

AMED (DÎHA) - Li Amedê piştî çalakiya ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî Sûrê polîsan 3 kes qetilkirin. Polîs destur nadin kes derbasî cihê ku bûyer qewimî.

Li Amedê piştî çalakiya ku ji bo şermezarkirina terora dewletê ya li dijî Sûrê ev 23 roj in berdewam dike bi beşdariya parlamenterên HDP'ê hate lidarxistin polîsan 3 kes qetil kirin. Cihê ku bûyer qewimî sûrên li xiraxa cadeya Turîstîkê ye. Şahidên bûyerê diyar kirin ku cenazeyên kesên hatine qetilkirin li noqteya wekî "qula Sîmarê" tê zanîn ya li hemberî kolana Mazî ne.

Jinên ku bûne şahidê bûyerê laçika spî li şaxê darekî ve kirine û xwestine biçin cem kesên hatine qetilkirin jî ji aliyê tîmên taybet ve hatine tehdîdkirin.

Piştî bûyera hate bihistin welatî û parlamenterên xwestin biçin cihê bûyerê jî ji aliyê polîsanv e hatin astengkirin. Polîsên ku qada navborî dorpêç kirine nahêlin kes nêzî herêmê bibe.

Ambulansên ku hatin cihê bûyerê jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Welatî nezî cihê ku 3 kes hatin qetilkirin kom dibin.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR