DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Birê Oral ê hatî qetilkirin: Hûn dê top û tankên xwe bibin û biçin

 
30 Aralık
14:53 2015

MÊRDÎN (DÎHA) - Cenazeyê Takyeddîn Oral ku di encama êrîşên dewletê yên li Kerboranê de hate qetilkirin, bi beşdariya hezaran kesî hate definkirin. Birê Oral, Suleyman Oral diyar kir ku li Kurdistanê şerek qirêj tê meşandin û wiha got: "Yê ji we bitirs e bila namerd be. Hûn dê top û tanqên xwe bibin û biçin."

Cenazeyê Takyeddîn Oral (25) ku di encama êrîşên dewletê yên li Kerborana Mêrdînê hatî qetilkirin, ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hate girtin. Cenaze bi konvoyek parlementerên HDP'ê, malbata Takyeddîn, hevşaredarên şaredariyên Mêrdînê, nûnerên MEYA-DER'ê, rêveberên HDP'ê û BDP'ê jî di nav de anîn navçeyê. Cenazeyê bi konvoya bi sedan wesayîtan kete navçeyê ji hêla hezaran ve hate pêşwazîkirin. Piştî wecîbeyên olî bi hezaran kesan cenaze girte ser milan û heta Goristana Micir Sefa meşiya.

'Çi bibe bila bibe em dê li axek azad bijîn'

Girseyê di meşê de bênavber sloganên, "Şehîd namirin", "Em dê bi berxwedanê serbikevin", "PKK gel e gel li vir e", "Bijî berxwedana Kerboranê", "Heval Takyeddîn nemir e" û "Bijî Serok Apo" berzkirin. Di dema meşê de wesayîtên polîsan ên li ser kuçeyan bi sloganan hatin şermezaririn. Li goristanê cenaze piştî rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê, hate definkirin. Suleyman Oral li ser gora birê xwe axivî û diyar kir ku çi bibe bila bibe dê li ser axa xwe azad bijîn.

'Ê serî bitewîne namerd be'

Oral di axaftina xwe de bibîrxist ku li Kurdistanê şerek qirêj tê meşandin. Oral wiha domand: "Ê li hemberî we serî bitewîne named be. Serê me bilind e. Hûn nikarin bi qetilkirinê me bi qedînin. Takyeddîn e dê biçe hezar Takyeddîn dê bên. Ev ax axa me ye. Tanq û topên we li ser vê yekê mayînde nînin. Di 19 rojan de ji bilî xirabkirina malan we çi kir? Vî gelî li berxweda û serket. Ji bo serkeftinê em amade ne ku bedel bidin."

Piştî definkirina cenaze girse heta Taxa Safayê ya di bin êrîşan de bû meşiya û malbatên li vir dîtin. Piştre jî derbasî mala sersaxiyê ya Bahçebaşi bû.

(ekîb/eb/sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR