DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Cizîrê kedkarê tenduristiyê jî hate qetilkirin

 
30 Aralık
15:52 2015

ŞIRNEX (DÎHA) - Xebatkarê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê Azîz Yural dema çû alikariya jinekê ku di êrîşa polîsan de ji piyê xwe birandar bûyî rastî êrîşa tîmên taybet hat. Yural bi guleya ku li serê wî ket hate qetilkirin.

Li Cizîra Botan hêzên dewletê ên nikarin berxwedana gel bişkînin, herkesî dikin hedef. Xebatkarê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê Azîz Yural dema çû alikariya jinekê ku di êrîşa polîsan de ji piyê xwe birandar bûyî rastî êrîşa tîmên taybet hat. Yural ê ku gule li serê wî ket, jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku Yural bavê 2 zarokan e û ji ber êrîşên giran cenazê wî ji taxê nayê wergirtin.

Hejmara kuştiyan bû 25

Bi qetilkirina Yural re, hejmara kesên ku ji 14'ê kanûnê heya niha ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin bû 25.

(sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR