DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Sûrê zarokek 16 salî hate qetilkirin

 
30 Aralık
20:34 2015

AMED (DÎHA) - Li navçeya Sûrê ya Amedê ku rewşa awarte û êrîşên hêzên dewletê mehekî li dû xwe hêşt, zarokekî 16 salî ji aliyê hêzên dewletê ve hate kuştin.

Li navçeya Sûrê a Amedê ku ev mehekî ye di bin navê qedexeya derketina kolanê de rewşa awarte di meriyetê de ye û êrîşên leşker, polîs û tîmên taybet berdewam dike zarokek din jî hate qetilkirin. Hate ragihandin ku li Taxa Hasirliyê ku êrîşên giran ên hêzên dewletê berdewam dike, zarokekî 16 salî ku navê wî nehat zanîn di êrîşa tîmên taybet de gule li serê wî ketiye û jiyana xwe ji dest daye.

Cenazê zarokê hate kuştin, di nav betaniyê de hatiye pêçan û li Taxa Hasirliyê li malekî tê rawestandin.

(sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR