DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Sûrê guleya topê dayika 3 zarokan qetil kir - HATE NÛKIRIN

 
3 Ocak
13:26 2016

AMED (DÎHA) - Li Taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûrê ya Amedê guleyê topê ya hêzên dewletê li malekê ket. Di encama êrîşê de dayika 3 zarokan Melek Alpaydin (38) jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Sûrê ya Amedê êrişên hêzên dewletê tu sînor nas nake. Hêzên dewletê yên bi rojan e taxên qedexekirî topbaran dike îro li Taxa Îskenderpaşayê ku ne di nav taxên qedexekirî de ye bi guleyên topê êrîşê malekê kir.

Ji bo li hemberî rewşa awarte ya Sûrê ku ev 33 roj in berdewam dike, hevgirtina xwe ya bi gelê Sûrê re nîşan bidin jinên Elewî yên ji bajarên cûda hatin, li Amedê civiyan. Jinên ku hatin ber Şaredariya Sûrê, xwestin ji vir ber bi taxên neqedexekirî ve bimeşin û loqme belav bikin.

Polîs destûr neda ku jin bi girseyî bimeşin û diyar kirin ku kom bi kom dikarin bikevin taxan. Li ser vê, jinên Elewî li Taxa Îskenderpaşayê dest bi belavkirina loqme kirin.

Di vê navberê de li Taxa Kucuk Aktarê, guleya topê li malekê ket û li serê jina bi navê Melek Alpaydin a ku tevî malbatê li ser sifrê nanê nîvro dixwar ket. Ji ber guleya topê, serê Alpaydin jê bû û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Gelek kesên di mal de jî birîndar bûn.

Hate zanîn ku Alpaydin dayika 3 zarokan e.

Dîmenên piştî êrîşê, hovitiya êrîşen li ser gelê Kurd tê meşandin nîşan dide. Di dîmenan de xuya dibe ku ji ber guleya topê, mêjiyê jina hatî qetilkirin li odeyê belav bûye.

Ji ber êrîşan hatibûn mala xizmê xwe

Hate zanîn ku mala Alpaydin nêzî Minara Çarling a ku di bin dorpêça hêzên dewletê de bûye û 2 hefte berê ji ber dorpêç û êrîşan tevî zarokên xwe hatiye mala xizmên xwe.

Li taxê alozî heye

Piştî qetilkirina Alpaydin, wesayîteke zirxî ku xwest bikeve taxê rastî berteka welatiyan hat û nikaribû bikeve taxê. Polîs li hemberî berteka gel, gule reşandin derdor. Li taxê alozî berdewam dike.

Her wiha hate zanîn ku di heman kêliyan de guleyeke topê ketiye Parka Anzele jî. Hate diyarkirin ku her du guleyên ku li Taxa Îskenderpaşayê ketiye, ji tankên ku êrîşê Sûrê dikin hatiye avêtin.

(sy)




EN ÇOK OKUNANLAR