DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Silopiyê 2 kes hatin qetilkirin - DEQEYA DAWÎ

 
3 Ocak
14:45 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li navçeya Silopî ya Şirnexê jinekê ku parçeyên şarapnelê li serê wê ket û welatiyê bi navê Yusuf ê ku di mal de rastî gulebarana tîmên taybet hat jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê, hêzên dewletê êrîşên tunekirinê yên li ser gel girantir dike. Taxa Barbaros, ji duh bi şev ve ye di bin êrîşên giran de ye. Tax, ji aliyê tankan ve bênavber tê topbarankirni û her wiha wesayîtên zirxî jî taxê gulebaran dike.

Di gulebarana polîsan de li malekê, welatiyê bi navê Yusuf ê ku paşnava wî nehat zanîn, hate qetilkirin. Hate zanîn ku hevjîna wî jî giran birîndar bûye. Her wiha jinekê derdora 35 salî jî ji ber parçeyên şarapnelê yên bombeyê li serê wê ket, jiyana xwe ji dest da.

Li taxê êrîş berdewam dike û hate zanîn ku gelek welatî ji aliyê polîs û leşkeran ve hatine binçavkirin û ew birine emniyetê.

(sy)



EN ÇOK OKUNANLAR