DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Şirnexê 2 kes hatin qetilkirin

 
5 Ocak
09:07 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li navenda Şirnexê tîMên taybet êrîşî taxa Dîcleyê kirin û 2 kes hatin qetilkirin. Ji ber êrîşên didomin cenaze nakirin bên wergitir û welatiyên ku xwestin cenazeyan bigirin jî rastî êrîşa polîsan hatin. Berxwedana gel a ji bo girtina cenazeyan didome.

Hêzên dewletê yên ku nikarin li Cizîr û Sîlopiyê berxwedana gel bişikênin vê carê jî li navenda Şirnexê êrîşî taxa Dîcleyê kirin. Tîmên taybet ên bi wesayîta zirxî tax gulebaran kirin 2 kes qatilkirin.

Cenazeyên 2 kesên hatin qetilkirin ji ber êrîşan nekarî bê wergirtin û li erdê man. Gel ji bo cenazeyan werbigirin ber bi taxê ve meşiyan. Polîsan êrîşê gelê ku xwest cenaze bigirin kirin. Berxwedana gel a ji bo girtina cenazeyan berdewam dike.

(sa)






Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR