DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Fatma Kiliç a ku li Kerboranê birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da

6 Ocak
21:09 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Jina bi navê Fatma Kiliç a ku di êrîşên tevkujiyê yên li Kerboranê ku 19 rojan berdewam kir de birîndar bû, li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê di êrîşên tevkujiyê ku 19 rojan dom kir de, di 23'ê Kanûna 2015'an de, ji ber gulebarana hêzên dewletê welatiyên bi navê Necmî Kiliç û keça wî Sabat Kiliç jiyana xwe ji dest dabûn, Fatma Kiliç jî giran birîndar bibû. Kiliç a ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê dihat dermankirin, vê sibê jiyana xwe ji dest da.

Kiliç, bi merasîma cenazeyê li Goristana Micir Safa ya Kerboranê hate defin kirin.

(sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR